Têkiliyên seksî yên berpirsa asayîşa Dêrazûrê bi şofêrê wê re eşkere dibin

Têkiliyên seksî yên berpirsa asayîşa Dêrazûrê bi şofêrê wê re eşkere dibin

Yek ji kadroyên qedîm yên PKK’ê li çiyayekî Başûrê Kurdistanê ji encama têkiliyên seksî bi yek ji kadroyên din yên PKK’ê re ducanî dibe, piştre dema zarok ji dayik dibe zarokê wê jê tê stendin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, Xemlîn Kobanî ku niha weke yek ji berpirsên asayîşa Dêrazûrê tev digere û li sala 1992’an tevlî refên PKK’ê bûye, di sala 2010’an de li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê ji hevalekî xwe yê gerîla ducanî dibe.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî tekez kirin, piştî ku Xemlîn Kobanî zarokê xwe yê kur tîne ser dinê, rêxistina PKK’ê weke karê xwe yê hertim zarokê wê ji wê distîne û derbasî kampa Mexmûrê dike û li wir teslîmî malbatek Apocî dike heya ku ji wan re perwerde bike, ji ber vê yekê bo dema 7 salan Xemlîn refên PKK’ê bi cî dihêle û diçe mala bavê xwe li Kobanê.

Her weha tekez kirin, Xemlîn Kobanî sala 2018’an dîsa tevlî refên PKK’ê dibe û niha li Dêrazûrê jî têkiliyên seksî bi şofêrê xwe re danîne û her kes jî bi vê yekê dizane.

Têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKK’ê de weke tiştek normal lêhatine, PKK’e jî ti pêngavekî ji boy çareserkirina vê pirsgirêka dûr ji çand û kiltûra kurdî nahavêje, berevajî hewl dide van bê exlaqiyan di nêv xwe de veşêre.

Pustên heman beş