Şîroveyên serdana hevalên mesaî yê KCK ê û bînahîya çavê Apo Hakan Fîdan bo Iraqê

hakan-fidan

Serdana Misteşarê berê yê MÎTê û Wezîrê Têkiliyên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bo Bexdayê bû mijara sereke ya rojevê. Helbet li gel mijarên Iraq-Kurdistan û Tirkiyê, mijara PKKê jî hatîye rojevê. Fîdan îro bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin kir. wê rasttir be ku mirov encamên siyasî yên vê serdanê paşê li ber çavan bigire.

Lê wek her carê PKKe di medyaya xwe de li ser vê mijarê galgala xwe berdewam kir. Senaryo dinivîsand, karmendên xwe derxiste ser ekranan û senaryoyên xiyanetê bilêvkirin. Li Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê daxuyanî da û got; “Hêza ku Hakan Fîdan razî kiriye ku were Iraqê PDKe ye. PDKe dixwaze Iraq û Tirkiyê nêzîkî hev bike da ku bi hev re PKKê tune bikin.” Yanî PKKê careke din PDKe kir hedef. Îdia kir ku Hakan Fîdan û Barzanî hevalên hev in. Gelo ev yêk rast e? Helbet na.

Aktorê serke yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn Barzanî li hember serdana Hakan Fîdan ne xemsarin. Têkilî û nakokiyên herdu aliyan hene. Lê Hakan Fîdan bînahîya çavê Ocalan e, ne ya Barzanîyan e.

Duh Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê daxuyaniyek da û behsa “Çalakiyên Hakan Fîdan dema misteşarê MÎTê bû” kir. Di dema musteşariya xwe ya de Fîdan ji bo dewleta Tirk xebatên pir girîng meşand. Di vê derbarê de Serokomar Erdogan di 9 ê tebaxê da “Madalyaya Xizmeta bilind a Dewletê” da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan. Fîdan 13 sal zêdetir di MÎTê da wezîfeya misteşar û nûnerê taybet ê Serokomariyê kir. Di vê madalyaya serkeftina Hakan Fîdan de, bi rastî jî para PKKê jî heye. Dema pêwîst bike agirbest îlan kir, di dema berxwedana Geziyê de bêdeng ma, guhertina destûra bingehîn pejirand û heta dawiyê piştgirî da AKPê û Fîdan.

KCK difikire ku em hemû bê hişûbîr in. Lê em wan deman ji bîr nakin ka Ocalan û PKKê çawa pesinê Hakan Fîdan dida û ew ji xwe re weke rol model di pejirand. Demekê ev rewş hat asteke wisa ku dema kadroyên HDPê û PKKê bi hevre di axivîn, Jê re digotin “Heval Hakan”.

Ocalan: Hakan Fîdan Kobanî rizgar kir

Di axaftinên Ocalan ên ku ji sala 2018 an û vir ve tenê jî binêrîn bi dehan caran pesnê Hakan Fîdan hene. Di sala 2018 an de di doza Sakîne Cansiz û hevalên wê de Ocalan gotibû agahiya Hakan Bey tune ye. Piştre, Ocalan got ku yê ku Kobanî rizgar kir Hakan Fîdan bû.

Ocalan di 4’ê Sibata 2015 an de wiha got: “Em 29 ê Mijdarê bi bîr bînin, roja ku ji sînorê Tirkîyê ve êrîşa herî dijwar li ser Kobanê hate pêşxistin, midaxileya taybet a MÎTê çêbû. Ji xwe Kobanî jî wî rizgar kir. Cara yekem e ku ez li vir vê rastîyê dibêjim. Roboskî, Parîs, bûyerên 6 -7 ê Cotmehê û yên wekî din, van hemûyan dixwazin bavêjin ser MÎTê. Civata Gûlen her tiştî dike. Navê 4 ajanên MÎTê yên têkildarî bûyera Parîsê hatin dayîn. Gotûbêj dikin ku Hakan Fîdan çiqas berpirsiyarê vê bûyerê ye. Tevî ku ew kes girêdayî MÎTê bû jî, lê ekîba Hakan Fîdan ev bûyer nekir.” Ocalan gotiye, “Hakan Fîdan Kobanî rizgar kir.

Helbet ne tenê Ocalan pesnê Fîdan di da. mînak Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan ji rojnama Radikal’ê Ezgî Başaran re got, “Ez bi xwe dixwazim Hakan li ser wezîfeya xwe bimîne, ji ber ku astekî bawerî çêbûye. Birêz Ocalan gelek caran diyar kiriye ku baweriya wî bi Hakan Fîdan pirr heye”.

Dîsa di sala 2014 an Sirrî Sûreyya Onder Parlamenterê Partiya Çep a Keskan a Stenbolê di bernameya CNN Turk ê de bû mêvanê Şîrîn Payzîn Sirri Sureyya Onder got, “Ez bi xwe herî zêde dixwazim birêz Hakan Fîdan bibe Wezîrê Karên Derve. Ji ber ku me di tevahiya pêvajoyê de mesaîyek zêde bi hevre kir”.

Hevalên hev yên xebatê nabin dijmin

Her çiqas Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê got ku Hakan Fîdan “petrol firot DAIŞê, konsolosxaneya Mûsilê radestî DAIŞê kir” û hwd. Lê Tiştek nehat bîra komîteya KCKê ew jî , “Rêveberên PKKê demek dirêj bi Hakan Fîdan re hevaletîya mesai kiri bûn”.

Rêveberên PKKê Mustafa Qarasu, Sabrî Ok, Nuriye Kesbîr, Zubeyîr Aydar, Adem Uzun hwd. Di hevdîtinên li Osloyê de demek dirêj bi Hakan Fîdan û rayedarên din ên MÎTê re hevdîtin dikirin. Berdewam pesindarên hev bûn, bi hevre beqlewa dixwarin û Qehwe vedixwarin. rêveberên KCKê “Heval Hakan” re gelek mesaî kirin. Nîqaşên li Osloyê hatîn kirin qet nehatin eşkere kirin. Hevdîtinên Osloyê tenê beşek ji kar bûn. Her tim ji hev re name dişandin, navbeynkar dihatin û diçûn.

PKKê Ji bo destê AKPê û Hakan Fîdan xurt bike, gelek caran agirbest pêk aniye. Wek mînak di 7 ê Sibata 2012 an de dîsa cemaetê xwest Hakan Fîdan bê dadgehkirin lê PKKê yêkser agirbest îlan kirin. Ocalan got, “Eger ez helwesta xwe neguherim, hem Hakan û hem jî Serokwezîr dê biçûya, divê em alîkariya Hakan bikin”.

Me bi kurtasî behsa têkiliyên Hakan Fîdan û PKKê kir, em yekser bibêjin “dostên berê nabin dijmin”. Gotinên ku di rêya medyayê re ji hev re dibêjin, zêde wateya xwe nîne. PKKê bi salan bi dewlet û îstîxbarata Tirk re gelek karên tarî meşandin. Niha jî radibe û dîsa ji bo serdana Hakan Fîdan ya Iraqê dike galegal û dibêje “wê me tasfiye bikin”.

Tu kes naxwaze PKKe tasfiye bibe

Em bi vekirî dibêjin, ne Iraq û ne jî dewleta Tirk PKKê tasfiye nake. PKKe bi rêveberiya Iraqê ya Şîe re di hembêza rêveberiya Îranê de dîjît. Di ajendeya PKKê û hevkarên wê de Şengal ji Kurdistanê qut kirin, ji gelek alîyan ve li ser Herêma Kurdsitanê êriş kirin û ji nav birina Pêşmerge heye. Ma Îraq û Îran wê cehşekî mîna PKKê li ku bibînin? Nikarin bibînin, lewma eger kesek bixwaze PKKê tine bike jî, ew dewlet dê bergirîya PKKê bikin.

Bê guman Tirkîye wisa ye. Ji ber ku bi salan e Tirkiye dibêje êm ê PKKê biqedînin, lê bi hinceta wê sînorên xwe berfireh kirin, Kurd li dora PKKê kom kirin û bi her awayî helandin. Niha jî dewleta Tirk bixwesta Ocalan di nav du rojan de agirbest îlan kiribû. Ger hêzek hewl bide ku PKKê tasfiye bike, dewleta Tirk wê bibe mertalê zindî û PKKê ji hemû metirsîyan biparêze.

Ev qîyameta PKKê li derdora navê Hakan Fîdan rakirî, tenê zarok pê bawer dikin. Nexwe dostaniya PKKê bi îstixbarata Tirk re beriya Hakan Fîdan hebû, piştî wê jî wê hebe û bidome.

Pustên heman beş