Tirkiye li Pêncwênê otomobîleke çekdarên PKKê dike armanc

Tirkiye li Pêncwênê otomobîleke çekdarên PKKê dike armanc

Li Pêncwênê di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de 3 PKK’eyî hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, îro yekşemî 27.08.2023ê firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Zengîder ê ser bi navçeya Germkî ya ser bi navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê ve otomobîleke çekdarên PKKê kir armanc.

Berî niha jî dije Terora Kurdistanê ragehandibû ku, roja 11.08.2023, demjimêr 15:30, firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li nêzîkî navçeya Nalparez a ser bi navçeya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, otombîleke çekdarên PKKê kiribû armanc û di encamê de berpirsekî PKKê û şervanekî din û şofêrê wesayîtê jî hatibûn kuştin. Di 24ê Tebaxa 2023an de jî, firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li ser rêya Sinine, li navçeya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê, otomobîleke şervanên PKKê kire armanc û di encamê de berpirsekî bilind û du şervanên PKKê hatin kuştin.

Ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî 800 gund û çend deverên geştiyariyê û çandinî li Herêma Kurdistana Iraqê wêran bûne û hin navçe jî hatine çûlkirin, piraniya van navçeyan dikevin sînorê parêzgeha Duhokê, ev yek jî bûye sedema zirarên mezin ji boy kertê geştiyariyê û çandinîyê.

Li gor amarên dawî, ji ber şer û pevçûnan 274 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin ku 250 gundên navçeya Amêdî û 24 gundên navçeya Akrê ne. Ji aliyê din ve ji ber şer û pevçûnan 47 gundên Zaxoyê hatine valakirin.

Li Soranê ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de 188 gund hatine valakirin, ji van gundan 104 gundên navçeya Sîdekanê, 65 gundên navçeya Mêrgasurê, 15 gundên navçeya Çomanê û 4 gundên navçeya Ruandzê ne.

Şer û pevçûnên PKKê ziyaneke mezin gihandiye deverên geştiyariyê jî, ji wan 25 seyrangeh li Zaxoyê bûne navçeyên şer û 10 dever jî ketine bin bandora şer û pevçûnan.

Pustên heman beş