Berteka Partiya Karkeran li hember serdana Hakan Fîdan ya Kurdistanê û sedemên wê

kakan-fidan-kurdistan-erbil-pkk-knk-info

Serdana Hakan Fîdan a Hewlêrê PKKe dîn û har kir. Rûyê PKKê yê xuya, berteka PKKê li hember serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Bexda û Hewlêrê pir dijwar bû. Li gor PKKê serdana Hakan Fîdan bo Hewlêrê “Xiyaneteke Mezin” bû.

Tevgereke weke PKKê xwe  davêje her kuneke ku jê sûd werbigire, di rexnekirina serdana Hakan Fîdan ya Hewlêrê de ne samîmî ye. PKKê kampanyayeke mezin a medyayê da destpêkirin tenê ji bo ku berteka Kurdên Bakur li hemberî xwe bi qulipîne hêlek din. Helbet hewl da ku PDKê wek tewanbarê hemî kêmûkûrtîya dest nişan bike.  

Çi bû? di dema xwe de Hakan Fîdan de gelek Kurd qetilkirine, di dema Hakan Fîdan de li Rojava operasyon hatin kirin. ma PDKê û kesek din deste we girti bû? We nehiştiba Hakan Fîdan û Dewleta Tirk sekinandi ba.  Gava ku hûn nikarin şerê dewletê bikin wê demê çima hûn zarokên Kurdan di xendek û tûnêlan de didin kuştin? Zarokên bê guneh davêjin ber deve dijminî har.

Herêma Kurdistanê xwedî hêzeke yasayî û serwer e. PDKe li Rojhilata Navîn tevgera Kurd a herî bibandor e. mafê wê heye bi her kesî re dipeyive û danûstandinan dike. Wekî din, ev peymanên gelemperî ne û zelalî li ber kamerayan tê kirin. Ne weke PKKê di derazînkên dezgehên îstixbaratan de nayên kirin.

Çapemeniya PKKê wêneyên rêveberên Herêma Kurdistanê yên ku silava Hakan Fîdan dikin û weke nîşaneya xiyanetê “rûkenî” yê zoom dikin. Em li benda wêneyê Nuriye Kesbîr in li Oslo ka çawa Hakan Fîdan hembêz dike û silav dike. Li şûna ku hûn vê yekê ji me re bibêjin, bila PKKe ji me re bibêje we li Osloyê bi Hakan Fîdan re çi markeya baklava xwariye. Hoo PKKyî yên Bêşerm, ka bibêjin li Rojhilata Navîn kîjan rêxistina Îstixbaratê maye ku we pere hevdîtin û şirîkatî nekirî? Li gel mafya û baronên narkotîkê we çi hevalbendî kiriî ye hûn wê ji mere bejin.

Hey bêşerm KNK, asli hûn vegerin ser xeta netewî

Hê sergirên mezin ên PKKê di derbarê mijarê de daxuyanî nedane. Lê berdevkên wan êrîşek mezin kirin. Yek ji wan kesên ku bi vê nîşaneyê êrîş kirî jî KNKe bû. KNKê bi awayekî bêşerm bi daxuyaniyekê bang kir û got “PDKe vegere xeta netewî”. KNKê di daxuyaniya xwe de bi berfirehî behsa daxwazên Tirkiyeyê kir. Wan got ku Hakan Fîdan Kurd kuştine.

Şerm nekir û got Tirkiye li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye. Lêbelê PKKe jî bi qasî Tirkiyeyê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket. Cemîl Bayik şermnekir û got: “Em nikarin di navbera neteweperestên Ereb û neteweperestên Kurd de bibin aliyekî. Dîsa rêxistinên Başûr yên PKKê Tevgera Azadî, RJAK û bermahî yên wan li wir, bi hev re gotin, “dewletbûn paşverûtî ye”.

KNKe bi xwe jî li dijî Referandûmê derket. Dema ku artêşa Iraqê Kerkûk dagîr dikir, Hevseroka KNKê ya wê demê Nîlûfer Koç li Brukselê bi kêfxweşî xwarinên Çînî dixwar û digot, “PDKe winda dike”.

KNKe bi xwe ku li ser navê Kurdan derketiye ser rê û paşê dev ji rê û rêbaza xwe berda ye. yê ku bizivire ser xeta neteweyî ne PDKe ye KNKe bi xwe ye. Divê KNKe vegere ser xeta netewî.

Fuad Hûseyîn ne bi eslê xwe Kurd e ew Kurdek resene, yê bi eslê xwe Kurd e Ocalan e

Çapemeniya PKKê şerm nekir û wêneyê Hakan Fîdan û Fuad Hûseyîn bi manşeta “Du dîplomatên bi eslê xwe Kurd” li ser xwîna gelê xwe li hev hatin, belavkir.

Hakan Fîdan bi eslê xwe Kurde. Lê Fuad Hûseyîn Kurd kurê Kurda ne. Dê û bavê wî tê zanîn, ji sala 1960 î vir ve 60 sal in di tekoşîna Netewî de ne û endamê PDKê ye. Hemî jîyana xwe Ji bo Kurdan terxan kirî ye. Bi dengên Kurdan hat hilbijartin û bi dengên Kurdan bû parlementer û bû wezîr. Tevgera ku Fuad Hûseyîn endam û rêvebirê wê ye, parçekî Kurdsitanê ango “Herêma Kurdistanê” rizgar û azad kir û pêşkêşî hemî Kurdan kir. Gelo KNKe-PKKe we çi pêşkêşî millete Kurd kir ? bersiv; êş û elem, xwîn û rondik hêvîyên vala…

Evdila Ocalan ku bi eslê xwe Kurd e, di 15 ê Sibata 1999 an de dema li Kenyayê li balafirê siwar bû û leşkerên Tirk dît, got “Diya min Tirk e”.

Sedema van êrîşên hestyarî ên PKKê tenê ev e: Herêma Kurdistanê serwerîya xwe berfireh neke, petrolê nefiroşe, Kurdan dewlemend neke û li hember Heşda Şeibî lawaz nebe.

Nexwe tu dijminatiya PKKê li hember Hakan Fîdan nîne. Ger Hakan Fîdan heyeta Osloyê vexwendiba Hewlêrê, Mistafa Qarasû dê 40 teqla bavêje û Nuriye Kesbîr jî dê 80 teqla bêvêje û biçe Hewlêrê. Gelo ma PKKe bê teqle avêtin ne çû ye cem kîjan îstîxbaratê?

Pustên heman beş