Darka Mazî navên çendîn çekdarên DAIŞê yên niha di nava refên YBŞ de ne eşkere dike

Darka Mazî navên çendîn çekdarên DAIŞê yên niha di nava refên YBŞ de ne eşkere dike

Hejmarek çekdarên berê yên DAIŞê piştî şikestina DAIŞê û azadkirina navçeyên di bin desthilata wan de derbasî Sûriyê bûne û niha di nava refên YPGê û YBŞ ê de cî digirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, hejmarek ji çekdarên DAIŞê piştî ku navçeyên di bin desthilata wan ve tên azadkirin derbasî Sûriyê dibin, li wir tevlî refên PKK’ê dibin û pişt re ji aliyê PKK’ê ve tên veguhastin bo nav refên YBŞ li sînorê Şengalê.

Di vê derbarê pêgeha Darka Mazî navên hin ji wan çekdarên PKK’ê bi dest xistine û ji boy şopînerên xwe berçav dike.

Navên hin ji çekdarên DAIŞê ku niha di nava refên YBŞ de cî digrin bi vî awa ne:

1- Ehmed Xizir Ehmed Hemid, berniyas bi Ehmed Mela yan jî heval Nemir, 1982an ji dayik bûye û bi esla xwe erebe ji Hoza Sebawî ye, şêniyê gundê um Elzîban yê ser bi bajarokê Beac e, nîşteciyê bajarokê Til Hemîs yê Sûriyê ye, navê dayîka wî Medîhe Salih Elî ye.

Navbûrî niha berpirsê grûpeke çekdarên YBŞ ê ye li Şengalê, berî niha çekdarê DAIŞê bûye û navê wî di nava refên DAIŞê de Ebubekir bûye, navê wî di lîsteya mûçeyên DAIŞê de heye bi hejmara (1170022349).

2- Mihemed Rehîl Salih Elî, 1990 ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Becarî ye, şêniyê gundê Til Hacim yê ser bi bajarokê Beacê ye, nişteciyê gundê Barê yê ser bi bajarokê Sinûnê ye, navê dayîka wî Neîme Xelu Ebde ye, navbûrî bi birayê xwe re yê bi navê Ehmed ji aliyê hêzên ewlehiya Îraqê ve bi sûça têkiliyên bi DAIŞê re daxwazkirî ye, niha di nava hêzên YBŞ ê de çekdare, pêş niha çekdarekî DAIŞê bû.

3- Ezû Elî Ezû Înad, 1996 ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Şemer e, şêniyê gundê um El Zîban e, nîşteciyê bajarokê Gir Izêrê ye, navê dayîka wî Eyade Mihemed Hilal e, navbûrî bi birayê xwe re yê bi navê Zeyfallah Elî Ezû re ji aliyê hêzên ewlehiya Îraqê ve bi sûça têkiliyên bi DAIŞê re daxwazkirî ye, niha di nava refên YBŞ ê de çekdar e.

4- Welîd Xelîl Mehmûd Ehmed, 1986 ji dayik bûye, erebe û ji Hoza El Hîyanî ye, şêniyê bajarokê El Dor yê ser bi bajarê Selahedînê ye, niha nîşteciyê gundê Barê yê ser bi bajarokê Sinûnê ye, navê hevjîna wî Fatîma Elî Mezlûm e, çekdarê YBŞ ê ye, di dema hatina daişê de li girtîgeha Tikrît hatbû zindanîkirin û ji aliyê DAIŞê ve hat serbest berdan û pişt re tevlî refên DAIŞê bû û beşdarî di komkujiya Sibayker de kiriye.

5- Xazî Ehmed Hisên, berniyas bi heval Hozan, 1991 ji dayik bûye, erebe û ji Hoza El Ezawî ye, şêniyê bajarokê Mikîşfiye yê ser bi parêzgeha Selahedînê ye, niha li Xanesorê nîştecî ye, berpirsê şaredariya PKK’ê ye li Xanesorê, pêş niha li parêzgeha Selaheddîn çekdarê DAIŞê bûye û ji aliyê saziyên ewlehiya Îraqê ve bi sûça têkiliyên bi DAIŞê re daxwazkirî ye.

Pustên heman beş