Xiyaneta bêşerm a YNK û PKK’ê li Kerkûkê: Li gel Ereb û Tirkmena êrîşî PDK’ê dikin

Xiyaneta bêşerm a YNK û PKK’ê li Kerkûkê: Li gel Ereb û Tirkmena êrîşî PDK’ê dikin

Biryara PDK’ê ya vekirina 30 navendên xwe yên li Kerkûkê, di eniya dijberiya Kurdan de bû sedema bertekeke mezin. Haşdî Şaabî, Tirkmen û Erebên îthal ditirsiyan ku bi hatina PDK’ê re siyaseta wan a asîmîlekirina Kerkûkê û lawazkirina nasnameya Kurdî têk biçe. Li dijî hatina PDK’ê dest bi şeqam girtin û alozîyan kir.

Erebên îthal li ber cihê ku berê Qada Karê Navendî ya PDK’ê ya Kerkûkê bû û niha wek Fermandeya Operasyonên Hevbeş tê naskirin, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hejmara xwepêşanderan derdora 30 û 40 kesî ye. Piraniya van kesan Erebên îthal in û piştî xiyaneta Kerkûkê ya Cotmeha 2017 an ji derve anîne Kerkûkê. Hemû jî li dijî kurdan in û gelek caran li Kerkûkê û gundên derdora wê agir berdan zeviyên çandinîyê yên kurdan, ji bo rê li pêşiya cotkarên kurd bigirin, bi artêşa Iraqê re êrîşî kurdan kirin.

Çend komên din jî hene ku ji vê grûba dij-kurd zêdetir li dijî vegera PDK’ê ne. Di nav van de YNK û PKK jî hene. Jixwe her du pêkhate li ser xeta Kerkûk û Germiyan bi hev re tevdigerin. Ji ber ku vegera PDK’ê ji bo Kerkûkê dê berka wan bavêje ser banî.  PKK û YNK ji Erebên îthal tundtir bertek nîşanî vegera PDK’ê didin.

Çapemeniya PKK’ê vê provakasyona Kerkûkê organize dike

Bi taybetî medyaya PKK’ê şerm nekir, bi kelecan çûn ba Erebên ku konên xwe vedane ji bo PDK neyê.  û manşetên “Gelê Kerkûkê li hember hatina PDK ê bertek nîşan da.”  avêtin. Yên li wê derê ne xelkê Kerkûkê ne, ewin yên ku dixwazin bibin celladên Kurdan in. PKK dijminên Kurdan wek hemwelatiyên bêguneh nîşan dide.

Malpera nûçeyan a PKK’ê Rojnews ku li Silêmaniyê weşanê dike van bûyeran rojana organize dike.  Li gorî nûçeya Rojnewsê, xwepêşanderan digotin, “PDK’ê li hemberî me sûc kiriye û divê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.”  Sûcê PDK’ê ewe ku rêya serxwebûna Kurdistanê nîşa Kurdan da û bi Giştpirsîyê tapoya dewletbûnê da deste milletê Kurd. Çapemeniya PKK’ê li gorî fermana Cemîl Bayik, Misto Qarasû weşanê dike. Loma jî xebatkarê medyayê yê bi navê Seyît Evran ku yek ji kadroyên PKK’ê ye, gotibû “Bila Bexda Mesûd Barzanî desteser bike”.

Medyaya PKK’ê ya li Kerkûkê agirê xiyanetê û fesadîyê gûr dike. 

PKK Tevgera Azadî ji bo xwepêşandanên li dijî PDK’ê erkdar kir

Herwiha agahiyên herêmî diyar dikin ku PKK li ofîsa Tevgera Azadî ya Silêmaniyê çalake û li dijî vegerandina PDK’ê plana çalakiyê amade dike. Di nava agahiyên ku hatin bidestxistin de eşkere dibe endamê yekîneya dîplomasiyê ya Tevgera Azadî Hiser Kerkûkî bi komeke bi navê Yekîtiya Gelan a ku bi komek Ereban re ava kiriye re hevdîtin kiriye û banga çalakiya hevpar kiriye.

Piştî xiyaneta 16 ê Cotmehê ya Kerkûkê, YNK dîsa li ser xeta xiyanetê bi suret baz dide

Rewşa YNK’ê di lûtkeya rezalete da ye. YNK ji bo ku rêgirî li hatina PDK bo Kerkûk bike li Bexdayê dîplomasiyê dike. Herwiha îro jî daxuyaniyek da û got, hatina PDK’ê bo Kerkûkê pirsgirêkê ji xelkê Kerkûkê re çêdike. Ji xiyaneta Kerkûkê ya sala 2017 ê ve, YNK li Kurkûkê pêşîya binpêkirina mafên Kurdan negirtîye berûvajî berê ciwanên Kurd daye pêkhateya dijmin a bi navê Heşda Şabî.

Helbet çûna PDK’ê bo Kerkûkê dê bandorek erênî li hilbijartinên Meclisa Parêzgehên Iraqê bike. Piştî xiyaneta Kerkûkê, xelkê Kerkûkê dîtin ku YNK û PKK mil bi milê Heşda Şeibî dimeşin, niha vegera PDK’ê dê lîstika li Kerkûkê ku YNK û PKK jî beşeke wê ne, ji nav bibe.

Pustên heman beş