Fermandarekî Heşda Şebî li Bertile çek bo wezîra koç û koçberan kêşa

Fermandarekî heşda Şebî li Bertile çek bo wezîrê koç û koçberan kêşa

Fermandarekî Heşda Şebî bi bira û xizmên xwe ve êrîşî wezîra koç û koçberan û parlamenterekî Îraqê kirin ku seredana Bertile kirbûn ji bo civîna bi gelê ku pêşîneya vegerînê wernegiritî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li roja 19 vê mehê Îvan Fayêq wezîra koç û koçberan ya Hikûmeta federal ya Îraqê bi parilmenterekî Îraqê yê bi navê Weed Qedo re serdana navçeya Bertile ya girêdayî qeza Hemdaniyê ya ser bi parêzgeha Nînûva yê kirin ji bo ku hevdîtnê bi wan awareyan re bikin yên ku hêjan venegerîne warê xwe.

Destnîşan kir, wezîrê koç û koçberan û parlementerê navbûrî li hula bi navê Bazwaya a Bertile bi awareyan re civîyan, lê belê ji nişka ve Welî Ekan cihgirê amirfewcê 4 yê lîwaya 30 ya milîsên Heşda Şebî bi ser wê holê de girtin û şer di nêvbera wan û parlementerê Îraqî de derket.

Çavkaniyên me destnîşan kirin ku fermandarê Heşda Şebî bi bra û xizmên xwe ve êrîşî wezîr û parlementerê Îraqê kirin û herdu aliyan çek bo hev rakirin, piştre wezîr û parlementer ji holê derketin û otomombîlên wan ji hêla şêniyên navçeyê hatin ber baran kirin.

Fermandarekî heşda Şebî li Bertile çek bo wezîrê koç û koçberan kêşa

Pustên heman beş