Kadroyekê hêla jûr ê Partîya Karkeran li “Kampa Roj” tecawizî 3 jinan dike piştire tê kuştin û Partiyê jî weke şehît îlan kir û wêneyeka wî a mezin li ser banê nexweşxanê danaye.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê, hinek agahiyên herî teybet derbarê pêwendî û tewanên seksî ên kadroyên hêla jûr ên PKKê bi dest xistine, yêk jê tewana tecawiza kadroyê PKKê û berpirsyarê Kampa Roj a girtiyên DAÎŞê yê bi navê kod “Tolhildan Rojhilat” li ser 3 jinan.
Agahiyên çavkaniyên me aşkere kirin ku li 14 sibata sala 2019an, kadroyê PKKê yê bi navê “Tolhildan Rojhilat” ku ji Rojhilata Kurdistanê ye û li sala 1999an ji Rûsyayê vegerî ye û tevlî rêxistinê bûbû, li “Kampa Roj” a li sînorê Dêrk a Rojava Kurdistanê, tecawizî 3 jinan kirî ye, ev jin ji malbatên terorîstên DAÎŞê ne yên ku li kampê di man.
Ev 3 jin bi regez Berîtanî û Rûsî bûn û kadroyê PKKê “Tolhildan” bi şofêrê xwe yê Şengalî yê bi navê kod “Mihemed” re tecawizî wan jinan kiriye.
Çavkaniyên “Darka Mazî” her wiha aşkere kirin, piştî ku îstixbarata “Kampa Roj” bi vê tewana “Tolhildan” dizane, lekolînên wan destpêkirin û hewla desteser kirina Tolhidan hat kirin, lê ew reviya û piştre 4 kadroyên Îstixbarata Jinanan a PKKê bi navên “Kurdistan Dêrk 24 sal, Tolhildan Heseke 24 sal, Rûmet Heleb 19 sal û Zêrîn Mardîn 24 sal“ ku dibe xwşka Harûn Mardîn yê endamê sekretaryeta PKKê, li pey kadroyê tewanbar ketine û teqe lê kirine.
Çavkaniyên me destnîşan kirin ku bi teqeya kadroya îstixbata jinan a PKKê “Zêrîn Mardîn”, Tolhildan Rojhilat bi giranî tê birîndar kirin û piştre li nexweşxaneya Dêrkê jiyana xwe wenda dike.
Li ser vê bûyerê, îstixbarata PKKê, “Zêrîn Tolhildan” bi 4 mehan zîndan kirinê ceza dike û piştre Zêrîn ji nav PKKê derdikeve û diçe Ewropayê û her wiha kadroyê tewanbar yê ku hatiye kuştin ji hêla rêxistinê ve weke şehît tê îlan kirin û wêneyeka wî a bi qebareya mezin bi nexweşxaneya Dêrkê vê tê helawîstin.