Çekdarên PKK’ê gulle berdan wesayîtekê û du kes birîndar kirin

Çekdarên PKK’ê gulle berdan wesayîtekê û du kes birîndar kirin

Çekdarên PKK’ê li Xanesorê ya ser bi bajarokê Sinûnê gulle berdan wesayîtekê û bi vê sedemê du kesên di nava wesayîtê de bi giranî birîndar bûn.

Çavkanyiên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li roja 1/8/2023an demjimêr 3 î serê sibê çar çekdarên PKK’ê li navçeya Xanesorê ya ser bi bajarokê Sinûnê gulle li wesayîtekê reşandine ku 2 kes tê de bûne, pişt re kesên di wesayîtê de ji aliyê çekdarên PKK’ê ve ji wesayîtê tên derxistin û ji wan re tê gotin ku “hûn çekdarên me direvin in”.

Tevî ku van du kesan ji çekdarên PKK’ê re ragihandine ku ew alîgir û alîkarên PKK’ê ne jî, lê belê çekdarên PKK’ê gulle berdan lingên wan 2 kesan û ew bi giranî birîndar kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, piştî ku berpirsê wan çekdaran bi vê mijarê dizane, ji wan re dibêje ku wan şaşitî kiriye û ev du kes alîkarên PKK’ê ne û pêwîst dike ji boy tedawîkirina wan du kesan bi lezgînî ew ji boy nexweşxaneya gundê Barê yê ser bi bajarokê Sinûnê bên şandin û nabe bi ti awa ev bûyer eşkere bibe û bigihîje medyayê.

Navên wan 2 kesan evin:

  • Elî Hisên, ji bajarokê Gir Izêrê ye, ji Hoza Kurkurka ye, nîşteciyê Xanesorê ye û endamê îstixbarata YBŞê ye, kesekî nêzî Arif Qeyranî berpirsê îstixbarata YBŞê ye, ew qaçaxçîtiyê ji PKK’ê re dike bi taybetî ji aliyê veguhastina çekdarên PKK’ê ji Îraqê bo Sûriyê û berevajî.

  • Xizir Heskanî, ji bajarokê Sinûnê ye, alîgir û harîkarê PKK’ê ye û qaçaxçîtiyê ji PKK’ê re dike.

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, lingekî Xizir Heskanî bi giranî birîndar bûye û ji boy nexweşxaneya bajarê Mûsilê hatiye veguhastin, PKK’ê ji wî re ragihandiye ku wê tev têçûnên tedawîkirina wî bi stuyê xwe ve bigirin û heger li nexweşxaneya Mûslê neyê tedawîkirin wê ji boy bajarê Silêmaniyê bê veguhastin, lê belê dixtoran ji wî re ragihandiye ku biçe her derê pêwîst dike lingê wî were birîn, her weha lingekî Elî Hisên bi sivikî birîndar bûye û niha rewşa wî ya tendirustî başe.

Pustên heman beş