Darka Mazî navên 17 fermandarên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Darka Mazî navên 17 fermandarên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Roj naçe navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê navên hin ji keç û kurên kurd eşkere neke ku di şerê bi tirkiyê re ew bi kuştin dane, lê rexmî vê yekê PKK’e navê hejmarek herî zêde jî vedişêre û bi ti awa mirina wan ranagehîne, ev yek jî şikestina PKK’ê di vî şerê sexte de nîşan dide.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Başûrê Kurdistanê navên hejmarek ji fermandar û gerîlayên PKK’ê bi dest xistine ku di sala 2021an de jiyana xwe ji dest dane, lê belê heya niha PKK’ê navên wan eşkere nekirine û malbatên van ciwanan jî ji çarenvîsa wan bê xeberin.

Navên gerîlayên PKK’ê bi vî awa ne:

1-            Dewran Bakur, berpirsyarê yekîneyek gerîlayan bû, pispor bû di bikaranîna çeka nîşaneşikên de, di Payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

2-            Çîya Bakur, berpirsyarê yekîneya Ereba, di payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

3-            Hozan Dirbêsiyê, berpirsyarê yekîneyeke gerok, di payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

4-            Cesor Kobanî, Şervan, di payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

5-            Berxwedan Wan, Şervan, pisporê di warê teqemeniyan de, di payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

6-            Qadîfe Bakur, berpris grûp, pispor di bikaranîna çeka nîşaneşikên de, di payîza sala 2021an de hatiye kuştin.

7-            Roken Gever, berpirs grûp, di buhara sala 2021an li devera Mam Reşo-Ava Şîn hatiye kuştin.

8-            Mahir Bakur, berpirsê yekîneyek gerîlayan, di çapemeniya PKK’ê de dixebitî, di dawiya sala 2021an li herêma Werxelê-Ava Şîn hatiye kuştin.

9-            Cimelî Bakur, Berpirsê Yekîneyek Gerîlayan, endamê hêzên taybet bû, di dawiya sala 2021an de li herêma Werxelê-Ava Şîn hatiye kuştin.

10-          Çavrê Bakur, Berpirs grûp, di dawiya sala 2021an de li herêma Werxelê-Ava Şîn hatiye kuştin.

11-          Andoq Wan, berpirs grûp, pispor di bikaranîna çeka nîşaneşikên de, di dawiya sala 2021an de li herêma Dola Maran-Ava Şîn hatiye kuştin.

12-          Adil Rojhilat, Şervan, pispor di warê teqemeniyan de, di dawiya sala 2021an de li herêma Dola Konferansa-Ava şîn hatiye kuştin.

13-          Agir Bakur, di çapemeniya PKK’ê de dixebitî, di havîna sala 2021an de li herêma Dola Konferansa- Avaşîn hatiye kuştin.

14-          Ernesto Bakur, berpris grûp, di havîna sala 2021an de li herêma Dola Konferansa- Avaşîn hatiye kuştin.

15-          Şerzan Qeşûrî, berpirs grûp, pispor di warê bikaranîna çeka nîşaneşikên de, di havîna sala 2021an li herêma Şokebîrê-Avaşîn hatiye kuştin.

16-          Pîr Doxan bakur, Berpirs Tîm, di havîna sala 2021an de li herêma Şokebîrê-Avaşîn hatiye kuştin.

17-          Şervan Bakur, berpirs grûp, di havîna sala 2021an li herêma ava şîn hatiye kuştin.

Her weha 3 çekdarên PKK’ê li Girê Qartal-Avaşîn bi dîl ketine destê leşkirên Tirkiyê de ku yek ji wan Amara Qamişlo keça hunermend Come Îbrahîm Xelîl yê berniyas bi Bavê Teyarî ye, ew ji şêniyên taxa Enteriyê ya Qamişloyê ye, berpirs grûp bû, Tîjda Bakur ku Berpirs Tîm bû bi gerîlayeke din re jî ligel Amarayê ketine dest leşkirên Tirkiyê.

PKK’e ji boy nixaftina şikestina xwe ya li himber Tirkiyê û bi kuştin dana zêde ya keç û kurên kurd van wendahiyan vedişêre û dem bi dem navên hejmarek herî kêm ji wan eşkere dike û bazareke siyasî bi xwîna wan dike, û di çapemeniya xwe de dike keresteyên propagandayê ji boy partiyê û Evdila Ocalan.

Pustên heman beş