Êrîşa li ser Balafirgeha Erbetê û rastiyên nediyar

Duh, êvara 18 ê Îlonê, firokexaneya Erbet ya ziraetê li Silêmaniyê hat bombebarankirin. Her çendî derbarê bombebaranê de gelek şîrove hatin kirin jî, lê dîsa jî pirsên bê bersiv û tevlihev hene. Heta niha jî pirsên ku teqîn ji bejahiyê pêk hatiye yan êrîşek hewayî ye bi temamî nehatîye bersivandin. Derbarê bûyerê de ne Îran û ne jî Tirkiyê ti daxuyanî nedan. Lê belê Wezareta Parastinê ya Iraqê ne aşkere yî “îşaret bi Tirkiyeyê kir”.

Lê hîn pirs hene ku divê werin bersivandan. Ev pirs; Pirsên kê êriş kiriye, çima li wir xistî ye û helbet pirsa herî girîng, kesên ku hatine lêxistin kî bûn?

Bûyer li herêmekî ku hêzên YNK yên Antî-Teror lê bûn pêk hat, YNK nahêle ti kes nêzîkî cihê bûyerê bibe û derbarê hûrgiliyên bûyerê de jî çi agahiyan nade.

Me wek Darka Mazî ji çavkaniyên herêmî hinek agahî girtin û em bersiva wan pirsên heyî didin.

Balafirgeha Erbetê ji bo çandiniyê tê bikaranîn an ji bo çêkirina dronan?

Balafirgeha Erbetê balafirgehek e ku di sala 2005 an de ji bo xebatên çandiniyê hatiye çêkirin. Ew di sala 2007 ji bo karanîna hate vekirin. 50 km dûrî bajarê Silêmaniyê ye. Berê ji bo dermankirina çandinîyê, vemirandina agir û hwd dihate bikaranîn.

Çarenivîsa vê firokexaneyê ji Gulana borî ve hatiye guhertin. Ev der niha ji aliyê hêzên Antî-Teror ên YNK ê ve tê şixulandin. Pêşî li vir tetbîqata leşkerî hat lidarxistin. Piştre Balafirgeha Erbetê bû navendek ku li ser çêkirin û bikaranîna balafirên bê mirov tê de perwerde dihat dayîn. Yek ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da «Raber Enwer» e ku bi çêkirina dornên heta niha  tê naskirin.

Raber Enwer hosteyê drona ye. wî Kesî dronên ku çêdikirin li ser medyaya civakî parve dikir. Raber Enwer beriya niha li ser medyaya civakî gotibû, “Xeyala min a herî mezin çêkirina firokeyên bêmirov e.” Bavê Raber Enwer jî endamê qedîm yê YNK ê ye û niha wek midûrê çandiniyê yê devera Mawetê kar dike, ku piraniya wê deverê di bin kontrola PKKê de ye.

Gelo rast e di nav kesên jîyana xweji dest dayî de PKK yî jî hene?

Heta niha kesî berpirsyariya êrişa balafirgehê negirtiye ser xwe. Lê belê rayedarên YNK ê, medyaya PKKê û YNK ê beriya ku dûman ji cihê bûyerê derkeve ev êrîş weke êrîşa dewleta Tirk bi nav kirin. Ev daxuyanî giring bû ji bo ku em nasnameya kesên li wir bûn em fêm bikin? Dewleta Tirk li Silêmanî û derdora wê endamên PKK ê dike armanç. YNK û PKKê ji kêliya destpêka bûyerê dewleta Tirk nîşan dan, ev wek îtîraf kirina wî cihî bû.

Herwiha nasnameyên kesên jîyana xwe ji dest dayî jî ji aliyê YNK ê ve bi hişyarî hatiye parastin. Piştî teqînê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Lê hêzên Antî-Teror a YNK ê rê nedan tîmên tenduristiyê bikevin cihê bûyerê û birîndar wan bixwe derxistin derve. Ji ajokarên ambûlansan jî kilîlk girtin û endamên dijî terorê bi xwe ambulans ajotin.

Herwiha di bûyerek wiha de yekem tişt birîndar gîhandina nexweşxaneya Bajêr bû, lê birîndar rewaneyî nexweşxaneya Şoreş kir. Çûn û hatina nexweşxaneyê hate qedexekirin. Hin personelên tenduristiyê jî nikarin bikevin nexweşxaneyê.

Heya nûke jî nasnameya kesên ku jîyana xwe ji dest dayî bi baldarî tê veşartin.

Çima hejmara qurbanîyan hat guhertin?

Di nava çend deqeyên destpêkê yên bûyerê de 6 cenaze ji Balafirgeha Erbetê hatin derxistin. Medyayê ev yek belge kir. Ragehandina YNK ê jî heman daxuyanî da. Piştî saetekê SharPress ku navenda wê li Silêmaniyê ye, ragihand ku hejmara qurbanîyan gihiştiye 9 kesan. Piştî 2 saetan dîsa ji aliyê medyaya YNK ê ve hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 ne û 20 jî birîndarin. di nav birîndaran de jî birîndarên giran hene.

Lê, derengiya şeva borî, agahiyên derbarê ziyanên mirovî yên di bûyerê de hatin nûkirin. YNK ê da zanîn ku hejmara kuştiyan 3 ne û 6 jî birîndarin. Lê belê çi ji wan 8 cenazeyên bi zelalî dihatin veguhestin ne hat zanîn? Ew kî bûn?

Medyaya nêzîkî Lahore Cengî nasnameya kesên jîyana xwe ji dest dayî eşkere kir

Di saeta yekem a bûyerê de, medyaya Silêmaniyê ku bi nêzîkî ya bi Lahûr Cengî tê naskirin, nivîsîbû ku kesên hatine kuştin PKK yî ne û bi mehan e ligel hêzên Wehap Helepceyî yên Dije-Teror ên YNK ê ve wê deverê bikar tînin û li wir perwerdehiya dronê didîtin.

Pêgeha Darka Mazî ev agahî ji aliyê hinek endamên PKK û YNK ê ve piştrastkirin. Lê wê çavkanîyê xwestin navê wan neyên eşkerekirin. Bi rastî hemû berpirsên leşkerî û siyasî yên bilind û navîn ên Silêmaniyê dizanîn ku ev navçe weke kampa PKKê tê bikaranîn. Ev herêm cih bû ku PKKê bikar tîna.

Hurgûlîyeka din a balkêş jî ew e ku Kampa Erbetê ya Penaberan çend kîlometre dûrî cihê bûyerê ye. Kampa Erbet ku penaberên Rojava tê de hene, yek ji baregehên sereke yên PKKê ye. Kadroyên PKKê vê kampê jî mîna kampa Mexmûrê birêve dibin. Di nava kampê de rêveberiya xwe ava kiriye û perwerdeya çekdarî dide. Şervanên nû, çekdarên birîndar û nexweş bi nasnameyên penaberan li vê kampê dimînin. Her wiha kadroyên PKKê yên ji Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bi çêkirina nasnameyên penaberên vê kampê ber bi Duhok-Zaxo û hwd ve têne şandin. Bi kurtasî herêma Erbetê bi giştî yek ji baregehên sereke yên PKKê ye.

Hebûna PKKê û helwesta tarî ya YNK ê Silêmaniyê dikişîne nav tarîtiyê de

Duh serokê YNKê yê nakok Bafil Talebanî daxuyaniyek tund da û got, “Em êrîşa li ser balafirgeha Arbet a çandiniyê şermezar dikin.” Ev balefirgeh bê pêzanîna rêveberîya Herêma Kurdistanê ji bo karên ne sivîl tê şixulandin. Ji ber vê rewşa ne yasayî, ne tenê li Erbetê Silêmanî bi giştî bûye armanc û roj bi roj rewşa xelkê xirabtir dibe.

Bafil Talebanî wek rêxistineke mafya YNK ê birêve dibe û li Silêmaniyê di nav tora peywendiyên mafyawarî de ye. PKKe ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve weke rêxistineke terorîst tê naskirin. Ji ber vê sedemê tu pêkhate, tu dewlet û bi taybetî jî yên ku PKKê weke taşaron bi kar tînin piştgirî nadin PKKê.

Ji roja ku şerê PKKê û Tirkiyê yê hevkirî derbasî Silêmaniyê bûye, xelkê Silêmaniyê bûne qurbaniyên şer û pevçûnên nedîyar. Rêveberekî berê yê YNK ê bi têkildarî mijarê ev tişt got: “YNK ê winda kirîye, PKKê jî winda kirîye. Ji îtîfaqa du tevgerên têkçûyî ji bilî têkçûnê tiştek çênabe. Gelê Silêmaniyê vê yekê heq nake, divê ev neheqî li gelê Silêmaniyê nehê kirin.

Pustên heman beş