Ajanên îstixbarata Îraqê yên di nava YNKê de aşkere bûn

Xazi feysel-ynk-iraq-info

Ajanên “îstixbarata Îraqê” ên di nava YNKê de aşkere bûn ku rapor û agahiyên bê bingeh derbarê kadroyên PDKê dişandin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” agahiyên taybet derbarê hinek ji ajanên îstixbarata Îraqê ên di nava organên YNKê de bi dest xistine ku her çi karê qirêj, raporên nerast û tohmetên bê bingeh li ser kadroyên PDKê di şandin, ji bo ku bên desteser kirin.

Yêk ji wan ajanan berpirsekî YNKê ye bi navê “Xazî Feysel” û her wiha kurrê wî ê bi navê “Qereçox”, ew li melbendê Mexmûrê di xebtin û weke çavkanî ji boy sazîya “îstixbarat û dije terora Îraqê” di xebtin.

Çavkaniyên me aşkere kirin ku Xazî û kurrê wî Qereçox, agahiyên cor bi cor bi taybet derbarê DAIŞê ji boy eqîd “Beşîr Kenan” berpirsê yekeya îstixbarata fermandarêtiya duyemîn a dije terora Îraqê dişandin, her wiha wan pêwendîya raste rast bi lîwa rukin “Heyder El Ubêdî” fermandarê fermandarêtiya operasyonên duyemîn a dije terorê ve heye.

Çavkaniyên me amaje kirin, li dema ku mefrezeyên tîma 8mîn û fewca Geyare derdikevin operasyonê, li destpêkê li mala Qereçox cêgîr dibin û piştre derdikevin û carna Qereçox bi xwe jî bi wan re beşdarî operasyonan dibe.

Li gorî agahiyên destê me, Qereçox li roja 2 tîrmeha îsal 2023an raporeke agahiyên şaş ji boy “Eqîd Beşîr” derbarê kadroyekî PDKê yê Mexmûrê şandiye û tê de got bû ku ev kadroyê PDKê ji bo berjewendiya rêxistina terorê a DAIŞê li “Wîlayeta Dîcleyê” dixebite, çekan û xwarnê ji wan re dişîne, carna jî bi mîrekê DAIŞê yê bi navê “Cemal Xelîfe Şehab Mensûr Eli Cibûrî” li çiyayên (Kiraw, Qereçux û Legce)  dicive û bi hevre çûn û hatinê ji boy gundên (Çarbirdan) yê girêdayî bajarokê Qeraçê dikin û piştire li bîstanê kesê bi navê “Ebdulehed” dimînin ku ev bîstan hezar metroyan dûrî nuqteyeke lîwaya 51 / firqeya 14 a artîşa Îraqê ye.

Kurrê berpirsê YNKê Qereçox di rapora xwe a ku ji boy îstixbarata Îraqê şandî dibêje: Li sala 2021an ev kadroyê PDKê bi tohmeta têklîya bi DAIŞê re, ji hêla firqeya 14 a îstixbarata Îraqê ve hatoye desteser kirin, lêbelê piştre û ji ber ku tu belge û delîlek li ser wî tune bûn, serbest tê berdan.

Çavkaniyên “Darka Mazî” girêdayî mijarê aşkere kirin ku piştî ev rapor ji hêla “Qereçox” ve ji boy îstixbarata Îraqê tê şandin, lîwa rukin “Heyder El Ubêdî” fermanê li eqîd “Beşîr” dike ku hewl bên dayîn ku ev kadroyê PDKê weke çavkanî ji boy berjewendîya wan were tecnîd kirin.

Her wiha aşkere kirin ku li 21 tebaxa îsal 2023an muqedim “Osame” ku amirê yekeya dûvçûnê ye û her wiha mîlazim “Hisên Kamil El Sadî” yê amirê tîma 8mîn tên raspardin û diçin mala vî kadroyê PDKê û jê xwestin ku ji boy berjewendiya wan weke çavkanî bixebite.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin ku kadroyê PDKê ji efserên îstixbarata Îraqê re got ku ew kadroyê PDKê ye û ew dizane ku berpirsê YNKê yê bi navê “Xazî û kurrê wî Qereçox” agahiyên nerast derbarê wî dane wan û her wiha jê re dibêje: “Ev kes dijî PDKê ne û ti sûdeke wan ji boy we nabe”.

Ji piştî xiyaneta 16î cotmeha sala 2017an YNKe bi temametî ketîye jêr hejmûna Heşda Şabî û îstixbarata dewleta Îraqê û destê wê di dehan kirîz û kêşeyên ku li herêma Kurdistanê çêbûne heye, li navçeyên ku PKKe jî lê ye, kadroyên YNKê weke çavkanî bi raporên îstixbaratî yên derew şerekî qirêj ji bo nehiştina kadroyên PDKê di meşînin.

Pustên heman beş