Berê Garey.. P*K*Kê berpirsekî xwe bi sûça ajanîya ji boy Tirkiyê kuşt

Berê Garey-pkk-info

Rêxistina PKKê kadroyekî xwe bi sûça ajanîya ji boy dewleta Tirkiyê li devera Berê Garey a girêdayî parêzgehîya Dihokê kuşt.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî aşkere kirin, rêxistina PKKê kadroyekî xwe yê bi navê kod Egîd Hov ku berpirsyarê îdarî ê qirargeha navendî bû li devera Berê Garey li ser tewana ajanîya ji boy dewleta Tirk gullebaran kirin.

Destnîşan kirin, Egîd Hov li sînorê gundê Dêreşê yê li devera Berê Garey li bihara îsal 2023an ji hêla her yêk ji endamên rêvebrîya HPGê Piling Suroc, Haron Bakur berpirsê dadgeha leşkerî, Diyar Dêrsm berpirsê tûnela şehîd Navdar û Sîpan Bakur endamê dadgehê hat kuştin.

Kadroyê PKKê Egîd yê ku li ser tewana ajaniyê hatîye kuştin, li tûnela bi navê şehîd Navdar dima û wexta ku ev kadroyên navên wan li jûr xwestin wî ji tûnelê bibin zîndana am a PKKê ew li sînorê gundê Dêreşê kuştine, piştre ew vegerîne tûnelê û merbêl û qezme ji wir birine û cesedê Egîd li cîhekê nediyar veşartine.

Li gorî agahiyên ku ji hêla rayedarên hêla jûr yên leşkerî yên dewleta Tirk tên parvekirin, îstixbarata Tirkiyê MÎTê bi sedan ajan di nava refên PKKê de hene.

Pustên heman beş