Teror yan maf

kurdistan-eylul-gulan-peshmarga-net
  • Simko EbdulEzîz

Çendîn caran Rejîma Beis ya faşîst a Îraqê hewla terorkirina rêberên Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê kirine, hinek ji wan hewlan ji boy terorkirina rêberê karîzmayî yê gelê Kurd general “Mela Mistefa yê Barzanî” bûn.

Serkirdayetya PDKê ji “Barzanî yê nemir” xwestbû ku destûrê bide wan ew jî hinek teqînan li dijî seranên Rejîma Beis li Bexdayê encam bidin û gotin ku wan heval hene wê erkê cî bi cî bikin.

Barzanî yê nemir ji serkirdayetîya PDKê re gotbû: Gelo hûn wê li tu derekê vî karî bikin?

Di bersivê de sekirdayetiyê go: Qehwexaneyek li Bexdayê heye bi qehwexaneya Şeib tê nas kirin, pir rêber û berpirsên hizba Beis li wê qehwexaneyê di rûn, em ê li wir çalakiyekê bikin û teqînekê encam bidin. Barzanî got : Gelo hûn dikarin garantiyê bidin ku li cîhê ku hûnê çalakiyê lê encam didin ti kesek sivîl nebe qurban?

Serkirdayetiyê got: Li wê qehwexaneyê tev cûreyên însanan hene û em nikarin wê garantiyê bidin ku ti kesek sivîl nebe qurban.

Barzanî got: Madem wisaye û hûn nikarin garantiyê bidin, nabe hûn ti çalakiyên wisa encam bidin, ji ber ku tişta ku em dikin, jê re dibêjin şoreşa standina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û standin û wergirtina wan mafan bi terorê nayên dest xistin, lêbelê bi têkoşîn û şoreşa rasteqîne tên wergirtin.

Raste rejîma Beis hemû hewlên terorîstî li dijî me encam dide û ji ber vê em têkoşîna siyasî û çekdarî li dijî wan di meşînin, lê heger em li heman rîya dijmin meşiyan li wê demê ti ferq û cudatî nêvbera me û wan de na mîne, her wiha têkoşîn û şoreşa me wê ji rewatiyê ber bi ne rewatiyê ve biçe û piştre li cîhanê em wê bi komeke terorîstî werin nas kirin û tev welat wê li dijî me gava avêjin, ango emê şoreşa rewa ya gelê Kurdistanê fedayî kuştina hinek Besîyan nekin.

Barzanî yê nemir wisa gotina xwe domand: Gelo hûn amedene şoreşê fedayê kuştina hinek Besîyan bikin?

Piştre gelê Kurd wê bibêje: Barzanî ji boy tolihdana xwe şoreş fedayê jiyana xwe kir, loma bila ez bibim qurbanî neku gelê Kurdistanê û şoreşa Kurdistanê bibin qurban.

Ev nîqaşe hêla sereke û xeta sitratejîka şoreşên Îlon û Gulanê bû û her wiha Serhildana bihara sala 1991an û heya roja me ya îro jî dewam dike.

Di dema 30 salên şoreşa Başûrê Kurdistanê de û 30 salên hikumranîya Kurdistanê de, tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê yêk karê terorîstî jî li dijî dewleta Îraqê encam neda, ev yêk jî nahête wê watayê ku şoreşa Kurdistanê yan partiyên Başûrê Kurdistanê hêz û şiyana wê yekê nebû, lêbelê rêxistinên wan yên nihênî di tev organên dewletê de hebûn û li tev bajaran, bi teybet li bajarên Kurdan, Kurdan li cîhê karên terorê felsefa lêborînê bikaranî û bi sedan caran kesên paye bilind yên dewleta Îraqê ketine destê Pêşmergehan yan destê rêxistinên nihênî û li cîhê tasifye kirina wan, rêz lê dihat girtin û li gorî yasayên mafên mirovan reftar bi wan re dihat kirin.

 Baştirîn mînak li Serhldana sala 1991an û li sala 2003an bi hezaran leşkirên Îraqê û kesên paye bilind yên rejîma Beis ketine di destê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de, lê wê tevgerê bi rêz nêzî wan bû û di encamê de sax û selamet ji boy malên wan dihatin şandin.

Ev sitratecî bo sedem ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li cîhanê bibe cihê rêzê û şoreşên Kurdistanê jî bi şoreşên rewa û meşrû hatin nas kirin.

Pustên heman beş