Di Rêbaza Barzanî  de Evîn û Evîndarî

Di Rêbaza Barzanî  de Evîn û Evîndarî

Bûbê Eser

Evîn hezkirin e. Evîn rûmetgirtin e. Evîn parastin û xwedê li gezkirina derketandin e. Evîn xwe naskirin û hebûn e. Loma jî di rêbaza Barzaniyê nemirde ev xal cih û warekî girîng digire. Evîn ne tenê hezkirina cinsan ango mê û nêran ya li hemberî hev in. Evîn ne tenê keç an jî kurek, ji hev hez kirin e. Evîn ne tenê dilgirtina keç an jî kuran in. Ji ber vê yekê ye ku di rêbazê de ev xal gelekî xweş û rind hatiye bi karanîn û parastin. Di rêbazê de ev xal hatiye hûnandin da ku herkes bibin hezkirên welatê xwe û bibin evîndarê gelê xwe. Ev xal di rêbazê de girîng û pîroz e. Lewma li vê dinyê her tiştek li gor hîmên hezkirinê tê afirandin. Heger hezkirin tune be, jiyan jî nabe…

Ji ber ku welatê kurdan dagirkirî ye lewma gelek tişt û hêjayiyên welat li ser navê evîn û evîndariyê hatinin gotin. Di berhemên Melayê Cizirî de di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de li ser rewşa evîn û evîndariya welêt gelekî tiştên xweş û hêja hatine bi karanîn û nivîsîn.  Mem û Zîn û gelek berhemên din yên rewşenbîrên kurdan, bi bername û hêjayiya dewletbûnê, hezkirina welat, bi evîn û evînadariya welêt hatine xemilandin.

Di gelek berhemên kurdî de evîn û evîndariya welat bi aweyekî mecazî ango bi hezkirina kur û keçan anîne zimên ku dijmin ji wan fêm nekin. Loma jî Barzaniyê nemir ev weke xalek felsefeya xwe diyarî me kurdan kirî ye. Ji ber ku kurdan ew îmkana ku raste rast navê welatê xwe bi karbîne nedîtine loma rewşenbîr û nivîskarên kurd tim ji bona êş, cefa û derdê welatê xwe li ser navê Evîn û Evîndarê anîne zimên.

Dema mirov li strana Mehemed Şêxo ”Ay gulê” guhdarî dike, dizanin ku ew gul kurdistan e û piştî têkçûna sala 1975an dinale, diêşe gazî û hawar li kurdan dike ku xwedî li Kurdistana xwe derkevin. Xwedî lê derkevin û wê gulê ango welatê  xwe ji bindestiyê derxin. Çima weha gotiye? Ji ber ku wê demê derfet tune bû ku welatê xwe bi navê kurdistanê raste rast bi nav bike, nalîn û êşa wî bianiya zimên.

Lê Barzaniyê nemir jî hemî berhem û bêjeyên li ser evînê  hatibûn gotin û nivîsandin, kirîye xaleke girîng ya rêbaza xwe. Ji ber ku wî baş dizanîbû û fêm kiribû ku bi rêya evînê ango hezirinê mirov digihêje miradê xwe. Lewma wî xwest ku gelê wî, hezkirên wî, kesên li şer şopa wî divê ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji xelkê xwe hez bikin.

Lewma di vê xala evîndariyê de, Barzaniyê nemir kirî ye ku herkes bibin evîndarê welatê xwe da ku  bikaribin wê evîndara xwe biparêzin. Xweditiyê lê bikin û wê ji nav destên dagirkerên devbixwîn azad bikin. Û her weha jî kir û bû. Heger ne ew xal ba, başûrê Kurdistanê ji nava ewqas dijminan de wê çawa azad bibe? Lê bi saya wê evîna ku Barzanî di rêbaza xwe da xwestibû ku herkes bibin evîndarê welatê xwe, lewma başûrê Kurdistanê îro azad e.  Sibê wê bibe serbixwe.

Sedem çi bû ku ev xal weke xaleke girîng di rêbaza Barzanî de cih girtiye? Ji ber ku dema mirov dibe evîndarê keçekê, ji bona wê xew li mirov diherime, mirov ji xwarinê tê birîn, fikir û ramanên mirov tim li ser evîndara mirov e ku mirovê  çawa û çi demê xwe bighêjînê û bi miradê xwe şa bibe, her gav wê difikire û hizir dike. Ji bona bi destxistina wê mirov kûr û dûr difire û di nava ramanan da wenda dibe. Di dîroka me de tê zanîn ku gelek camêran ji bona evîndara xwe bi dest bixin, gelek zor û zehmetî dîtine, gelek ji wan terkî dinya bûne. Gelekan mal û milkên xwe terikandinin û tenê bi dû evîna xwe ketine. Yanî kesekî evîndar ji bona evîna xwe her tiştekî dike, her zehmetiyê dide ber çavên xwe da ku xwe bighêjîne evîna xwe.

Ji ber vê sedemê ye ku Barzaniyê nemir ev weke xaleke rêbazê daye diyarkirin ku ew kesên bibin evîndarê welatê xwe, wê ji bona wê her fedekariyan bike.  Wê tim di nava hewldanan de bin ku dijminên ketine ser evîna wî rake. Ji welatê xwe dûr bixe. Li hember wan şer bike da ku evîna xwe ango welatê xwe azad bike. Loma jî bi salan in ku kurdên evîndarê welatê xwe, ji wê rêbazê hêz û qawet girtine da ku welatê azad bikin.  Lewra jî kesên ku bi vê rêbazê bawerin divê ew jî bibin evîndarên welatê xwe.

Ev hezkirin û ew evîn bû ku başûrê kurdistanê li gor wê rêbazê hate azad kirin. Lê dîsa divê kesên bi wê rêbazê bawerin, li gor wê, perçê azad avadan bikin, ji bona wekhevî û demokrasiya wê divê kar bikin. Herweha divê perçên din jî ji bîr nekin.

Bi sebir bin da ku hûn, em hemî bi hevre di kurdistaneke azad û serbixwe ya li gor rêbaza Barzaniyê nemir û li ser xeta neteweyî bibînin û têde bijîn…

Pustên heman beş