Kemalîzm…

Kemalîzm…

Bûbê Eser

Kemalîzm li ser qirkirin, talankirin û wêrankirina gelê Kurd hatiye avakirin. Ev Kemalîzma ku naxwaze navê Kurd li tu cihekî bê bihîstin, tim di nava xebatê de ye. Hin ji van xebatan carna encam jî daye. Lê hin caran jî ew daxwaz û tehdîda wê weke birûskekê li ser çavên wê ketiye.

Dema li Swêdê zarokxaneya kurdî vebû, karbidestên Tirkan dîn û har bû bûn. Name li ser namê, tehdîd li ser tehdîtan ji Swêdiyan re şandin, da ku ew zarokxane bê girtin, lê pere nekir û ew zarokxane hîn jî li Stockholmê xizmeta zarokên kurdan dike.

Dema li Elmanyê û bi pêşengiya KOMKARê di 6-7-8ê Hezîrana 2003an de li bajarê Kolnê bi navê “Cigerxwîn Pêşengeha Pirtûkan a Kurdî ” wê bihata vekirin, (Ev pêşenga bi awayekî serketi pêk hat) karbidestên tirkan dîsa vala nesekinîn û xwestin wê jî têk bibin, lê dîsa jî bi ser neketin. (qaşo ew dixwazin têkevin YE) Diyar e ku êdî ewên bi ser nekevin jî. Weha xuya ye ji niha û pêde dor dora me kurdan e ku em di biryar û kiryarên xwe yên di berjwendiya welatê me dene bi ser dikevin.

Vê Kemalîzma ku nahêle em navên bi kurdî li kuçik û dewarên xwe jî bikin, bi hezaran mirovên me kuştine, serîhildanên me têk birine, qetil û wêrankirinên mezin kirine ku kurd tim ji wan bi tirs be. Lê kurdan jî tu carî ji ber wan danexwariye û tim li hemberî vê sazûmana li ser qirkirina me hatiye avakirin, tekoşîn dane û didin.

Lê çi mixabin ku Apoyê ji bona azadkirina her çar perçên Kurdistanê(!) derketibû meydanê, gelekî ji vê Kemalîzmê hez dike, niha jî dixwazê wê bi kurdan jî bide qebûlkirinê ku ew tiştekî baş e. De îcar werin li vî halî û li vê ecêbê binêrin û nekin gazî. Ma çawa dibe ku wê îdelojiya Kurd qetil kirine, kuştine, dardekirine, wê ji bona kurdan baş be. Ma ne şer û tekoşîna me li hember wê ye.

Li gor min ev sahneya dawî ya senoryoya ku ji destpêkê de hatibû nivîsandinê ye. Li gor wê dibê di perda dawî de kurdan bikin, Kemalîst. Eger ev nebe dê hewl bidin ku wê bi kurdan şêrîn bike. Ji xwe dema ew Kemalîzma ku ewqasî kîna wê ketiye dilê me kurdan, bi me şêrin bibe, wê demê jî dê li bakurê Kurdistanê êdî tu tekoşîn li hember wê neyê dayîn. Ew jî tê wateyê ku êdî kurd, wê tirkan him xalanên xwe bizanibin û him jî wê weke birayê xwe ê mezin wî binasin. Maneya vê jî ev e ku êdî kurd li bakurê Kurdistanê weke netewekî namîne.

Loma jî niha hemî xebat û cehda serokê PKK/KADEKê Evdila ew e ku vê Kemalîzmê bi kurdan şêrîn rê bide. Her weha dixwaze bide diyarkirin ku ew serîhildanên li hemberê kemalîzmê rabûne, paşverû bûn. Ji ber vê yekê ye ku heta ji me bê divê em dijminatiya xwe bi kemalîzmê re bajon û xurtir bikin. Ji bona rûxandina vê sazûmanê çi ji me bê divê em weke Kurd bikin. Qebûlkirina Kemalîzmê, wendakirina kurdan e.. Divê bê zanîn ku heta li Tirkiyê desthilatiya wê hebe, çareserkirina mesela netewa Kurd zehmet e.

Dema Nû Hejmar:55/2003

Têbinî:

Belê xwendevanên ezîz min tam 20 sal berê ev nivîsî bû. Rewşa niha bifikirin bê kurdên bakur çawa ji Kemalîzmê hez dikin û di her warî de piştgiriya wan ango partiya wê ya binavê CHP dikin. Niha bêdengiya rewşenbîrên kurd li bakurê Kurdistanê ji ber hezkirina Kemalîzmê ye. Kemalîzma ku karbidestn tirkan bi şer û kuştinê nikarîbûn bi kurdan bidin şêrînkirin ev bi destê PKK hate misogerkirin ku piraniya kurdan bûne hezkirin Kemalîzmê û bêdengiya mezin ya rewşenbîrên bakurê Kurdistanê ji ber vê ye.

Demekê PKK navê xwe kiribû KADEK ev nivîs jî wê demê hatibû nivîsîn.

Pustên heman beş