Bûbê Eser
Min berê jî li ser rêbaz ango felsefeyê nivîsî bû û di wir de anîbû zimên ku divê êdî em felsefeya xwe weke rêbaz bi nav bikin da ku bêtir, baştir û xweştir bê fêmkirinê. Lewra jî ez ê vê carê dîsa hinekî li ser rêbazê bisekinim. Ji ber ku rêbaz qedera miletekî, hebûna gelekî û avadana welatekî dide diyarkirin. Ji ber vê hindê ye ku divê em jî weke kurd û li ser erda xwe ya azad, bi şêwekî rehet û vekirî vê rêbaza xwe fêr bibin. Wê fêrî biçûk û zarokên xwe, ciwan û kesên xwe bikin.
Sedema ku divê em li ser rêbazê bisekinin ev e. Ji ber ku miletek nikare bê rêbaz weke milet bijî. Heger em jî miletek bin û xwedî rêbazekê bin ku ew rêbaz jî heye. Rêbaza Barzaniyê nemir e. Ji ber vê divê em weke milet wê rêbazê baş fêr bibin û wê bidin fêmkirinê. Heta ku rêbaz di nava gel de zîndî nebe. Heta ku ew rêbaz li dibistanan neyê xwendin. Heta ku mirovên Kurd nedin ser şopa vê rêbazê, mirovê ji nametên(hêjayî, xweşî) miletbûnê hinek dûr dikeve.
Heger em li cihanê û li miletên weke dewlet dijîn binêrin, wê bê dîtin ku her miletek xwediyê xwe û rêbazekê ye. Lewra dewlet jî xwe li gor rêbaza xwe dihûne. Xwe li gor wê dihûne û nûjen dike. Dem û dezgehên xwe li gor wê ji nû de dadimezirîne. Çêşa xwe ya leşkerî li gor wê bi rêxistinî dike. Zankoyên xwe li gor wê vedikin. Di dibistanên xwe de li gor rêbazê karê xwe yê perwerdeyî dikin. Ji ber ku rêbaz ruhiyeta neteweyatiyê dide mirov. Ji ber ku rêbaz însanê xwe li gor hizra netewebûnê perwerde dike. Loma jî dema mirov li gor van şert û şirûtana bê perwerdekirinê, mirovê bi rehetî û bê tirs bikaribe welatê xwe li hember hemî xeteriyên heyî biparêze. Ji ber ku rêbaz, destûr e, bername û qanûn e.
Ji ber van sedemana ne ku divê em kurd jî li welatê xwe ê azad, rêbaza xwe berî hertiştî bi pêşve bixin. Divê karê rêveberin me yên başûr û bi taybetî ya PDK û Barzaniyan ew be ku gelê xwe bi vê mezin bike. Mirovên xwe li gor wê perwerde bike.
Divê neyê ji bîr kirin ku rêbaz, rêya parastina gel, bi pêşvexistina demokrasiya welat û avadana wî ye. Miletekî bê rêbaz ango rêbaza xwe nizanibin wê weke mahrê ku tu ço li serê bixe. Wê tim gêj be ku dê nikaribe rêya xwe bi rehetî bibîne. Miletekî bê rêbaz wê weke cêşeke bê çek be. Miletekî bê rêbaz wê weke dara bê fêkî ye.
Ne tenê ji ber van sedemên ku min li jor rêz kirin, ji bona mirov rêbaza xwe biparêze gelek sedemên din jî hene. Lê min yên asasî anî zimên da ku rêveberin me yên başûr ku îro gelek îmkan û derfet di dest wan de ne, bila li ser vê yekê rawestin û zûtirîn wextê dest bi vejandina vê rêbaza pîroz ya ku em ji destê zilmkaran derxistine û kirine xwedî welatekî azad, bikin.
Bila ev rêbaz ji nû de lê weke Barzanîyê nemir daniye bê nivîsîn. Bila ev rêbaz di dibistanan de bê xwendin. Bila ev rêbaz bibe xalek ji xalên perwerdayiya hêza pêşmergeyan. Bila ev rêbaz bikeve bernameyên PDK ku di hemû beş û xebatên xwe yên perwerdayî de bide xwendin, bide fêr kirin û ji nûde zîndîkirina wê. Ev kar berî hekesî karê PDK û kesên bi vê bawer in divê destpê bibe.
Heta ku ev rêbaz di nava gel de û di mejiyên mirovan de, di rûhiyeta kesan de cihê xwe negire, wê her tim xeter li ser welatê me ê azad jî hebe. Divê rêveberin me û bi taybetê PDK îro bi vî karî ve rabin da ku ev li perçên din jî bê zanîn. Wan jî li gor îmkanên ku îro hene ango bi rêya Televizyon, rojname, Kovar û radyoyan de bide nasîn û zanîn.
Lê divê neyê ji bîr kirin ku bi cih anînina vê rêbazê, belav kirin û ji nûde zîndîkirina wê, êdî em ê jî weke milet bê kêmanî bijîn. Tu miletên ku bê rêbaz dijîn, tune ye. Madem ku em jî miletek ji wan miletên cihanê ne, divê em jî xwedîtiyê li vê rêbaza pîroz bikin û xwedî li wê derkevin û bizanibin xwedî li wê derketandin, parastina welat û pêşxitina demokrasiya wî bi xwe ye..