Darka Mazî navên 15 çekdarên YBŞ’ê parve dike ku pêş niha çekdarên DAIŞê bûn

Darka Mazî navên 15 çekdarên YBŞ’ê parve dike ku pêş niha çekdarên DAIŞê bûn

Piştî jinavbirina rêxistina terorê ya DAIŞê li Îraqê, hejmarek ji çekdarên vê rêxistna terorê di nava xaka Îraqê de bazda û çûn Sûriyê û tevlî refên hin rêxistin û hêzên din bûn, ji wan rêxistinên ku ev çekdarên DAIŞê niha di nava wê de ne YBŞ’e û HSD’e li rêza yekemîn tên.

Di dema operasyonên li dijî DAIŞê de ku ji supayê Îraqê, Pêşmergeyên Kurdistanê û bi palpiştiya Hevpeymaniya Navdewletî hatin encamdayîn, hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji herêmên rizgarkirî di nava xaka Îraqê de derbasî Sûriyê bûn û tevlî refên HSD’ê bûn, piştre careke din bi alîkariya PKK’ê vegerîn Îraqê û niha li Şengalê di nava hêzên YBŞ’ê yên ser bi PKK’ê ve cî digirin.

Di vê derbarê de, pêgeha Darka Mazî bi piştbestin bi agahiyên deqîq ku ji hin çavkaniyên taybet yên herêmî wergirtine navên hejmarek ji çekdarên berê yên DAIŞê ku niha di nava refên YBŞ’ê dene eşkere dike.

Ev jî navên wan çekdarên DAIŞê ne ku niha di nava refên YBŞ’ê de cî digirin:

1- Adil Mihemed Kilûş Metrud, di sala 1997an ji dayik bûye û ji Hoza Raşdî ye, şêniyê gundê Bîr Qasim yê ser bi navçeya Sinûnê ye, navê dayîka wî Leyla Xelef Ebû ye.

Adil Mihemed niha weke cêgirê berpirsê yekîneyeke hêza taybet ya çekdarên YBŞ’ê kar dike, li sala 2016an tevlî refên DAIŞê bûbû, erka wî di nava DAIŞê de li qezaya Beacê bû, di sala 2017an de çûye Sûriyê û tevlî refên HSD’ê bûye, piştre di sala 2019an de ji aliyê PKK’ê ve hatiye veguhastin ji boy Şengalê û niha di nava refên YBŞ’ê de ye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, birayê Adil Mihemed yê bi navê Yehya Mihemed jî yek ji çekdarên YBŞ’ê ye û li baregaya lîwaya Mahir Teyawî ya çekdarên Ereb yên YBŞ’ê kar dike, Adil ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê ve bi sûça terorê daxwazkirîye.

2- Hemîd Erhîl Salih Ali, çekdarê YBŞ’ê ye, pêş niha bi birayê xwe re di nava refên DAIŞê de bûn. Hemîd di sala 1992an de ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Becarî ye, şêniyê gundê Til Hacim yê ser bi qezaya Beacê ye, niha li gundê Bare yê ser bi nahiya Sinûnê nîştecîye, navê dayîka wî Neîme Xelef Abid e. Hemîd û birayê wî yê bi navê Mihemed ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê ve bi sûça endambûna di rêxistinên terorî de daxwazkirîye.

3- Ehmed Esel Xelef Ebû, ew di nava yekîneya Gulçîn ya YBŞ’ê de ya li gundê Um Al-Zibyan ya ser bi nahiya Gir Izêr çekdare, di heman dem de yek ji andamên girûpa “Qurya” ye, ev girûp bi karê veguhastina çekdarên PKK’ê û madeyên hişber û çekî di nêvbera Sûriyê û Îraqê de radibe.

Ehmed di sala 1998an de ji dayik bûye, Erebe û ji Hoza Raşidîye, şêniyê gundê Bîr Qasim yê ser bi nahiya Sinûnê ye, niha li wî gundî niştecî ye, navê dayîka wî Zuyne Helî Misnid e, Ehmed ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê ve bi sûça endametiya DAIŞê daxwazkirîye.

4- Naîf Ednan Naîf Îbrahîm, kod nav Ekaf, pêş niha weke şofêrê taybet yê Seid Bedel yê berniyas bi Pîr Çeko fermandarê yekîneya 80 ya Heşda Şebî kar dikir, di bûyereke nediyar de fermandarê xwe yê bi navê Pîr Çeko dikuje, piştre tevlî hêzên taybet yên YBŞ’ê dibe, Naîf û birayê xwe yê bi navê Îmad çekdarên DAIŞê bûn, Naîf di nava refên DAIŞê de bi “Ebu Sedîq” dihat binavkirin, erka wî di nava firqeya Nehawend ya DAIŞê de bû, navê wî di lîsta mûçeyên çekdarên DAIŞê de hejmar 1190017598 bû.

Di sala 2000an de ji dayik bûye, erebe û ji Hoza El-Lihêbîye, şêniyê nahiya Guwêr ya ser bi qezaya Mexmûrê ye, niha li gundê bare yê ser bi nahîya snûnê nîştecî ye, brayê nayf yê bi navê ‘îmad bi kod navê Qendîl çekdarê HSD’ê bû li parêzgeha Hesekê, ew jî pêş niha yek ji çekdarên DAIŞê bû, di nava DAIŞê de bi “Ebû Malik” dihat naskirin.

Naîf û birayê xwe her du ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê ve bi sûça endametiya di nava rêxistina DAIŞê de daxwazkirîne.

5- Mihemed Muslih Ebd Şehaz, pêş niha çekdarê DAIŞê bû û niha jî di nava hêza taybet ya YBŞ’ê cî digire, di sala 1997an ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Dilêmîye, şêniyê gundê um El-Zîban yê ser bi nahiya Gir Izêrêye, navê dayîka wî Nefle Ali Mihemed e, ew niha bi pênasa kurê apê xwe yê bi navê Mehdî Îd Ebid Şehaz ku ji dayik bûyê sala 2000ane û niha canê xwe ji dest daye tev digere, ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê bi sûça endametiya di nava refên rêxistina DAIŞê de daxwazkirîye.

6- Mahir Taha Hesen Ali, di sala 1991an de ji dayik bûye, ji Hoza Raşdîye, şêniyê gundê Bîr Qasim yê ser bi nahiya Sinûnê ye, navê dayîka wî Neşmiye Menûx Kelîb e, niha yek ji çekdarên hêza taybet ya YBŞ’ê ye, ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê bi sûça endametiya di nava refên rêxistina DAIŞê de daxwazkirîye.

7- Suhêl Mihemed Xelef Ebû, di sala 1997an de ji dayik bûye, ji Hoza Raşdîye, şêniyê gundê Bîr Qasim yê ser bi nahiya Sinûnêye, navê dayîka wî Fehîme Mihemed Hîlal e, niha çekdare di nava hêza taybet ya YBŞ’ê de, pêş niha bi birayê xwe re yê bi navê Seyf di nava refên DAIŞê de çekdar bûn.

Li gor agahiyan, birayê wî jî endamê grûpa “Qurya” bû, di sala 2021an de di şerê li dijî pasewanên sînorî yên Îraqê de hatiye kuştin û ji aliyê PKK’ê ve cenazeyê wî ji boy Rojava hatiye veguhastin.

Suhêl ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê bi sûça endametiya di nava refên rêxistina DAIŞê de daxwazkirîye.

8- Ebdulrehman Ezab Emd Cercib, berniyas bi Ferhad Becarî, berpirsê yekîneya Gulçîn ya çekdarên YBŞ’ê ya li gundê Um El-Zibyan yê ser bi nahiya Gir Izêrê ye, paş ku di sala 2022an de beşdarî di şerê li dijî supayê Îraqê de kirî hat veguhastin ji boy baregehê lîwaya Mahir Teyawî ya çekdarên Ereb yên YBŞ’ê, ew pêş niha li qezaya Beacê yek ji endamên rêxistina DAIŞê bû.

Di sala 1997an de ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Becarîye, şêniyê gundê Til Haçim yê ser bi qezaya Beacêye, navê dayîka wî Xemîse Fethî Esîle, ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê bi sûça endametiya di nava refên rêxistina DAIŞê de daxwazkirîye.

9- Şelan Zeydan Xelef Duxî, kod nav Geregul, berpirsyarê îdarî yê yekîneya Têkoşer ya çekdarên YBŞ’ê ye, di sala 1993an de ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Becarîye, şêniyê gundê Til Haçim yê ser bi qezaya Beacêye, navê dayîka wî Temam Menadir Duxî ye.

Şelan ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îraqê bi sûça endametiya di nava refên rêxistina DAIŞê de daxwazkirîye.

10- Casim Mihemed Ehmed Ali, kod nav Bulut, çekdare di nava yekîneya Têkoşer ya YBŞ’ê de, pêş niha yek ji çekdarên DAIŞê bû. Erebe û ji Hoza Şerabîye, xelkê gundê Bîrcarî yê ser bi nahiya Sinûnê ye.

11- Meseb Adil Casim Mihemed, berpirsê saziya “Ciwanên Şoreşger” yên Ereb ya ser bi PKK’ê ye, pêş niha çekdarê DAIŞê bû, di sala 1994an de ji dayik bûye, erebe û ji Hoza Şerabîye, şêniyê gundê Bîr Carî ye, navê dayîka wî Xezale Ferhan Salihe.

12- Selah Mihemed Kezub salih, çekdarê YBŞ’ê ye, bavê wî serokê civata Gel ya gundê Bîr Carî ye ku ev civat PKK’ê damezrandiye, ji Hoza Şerabîye, şêniyê gundê Bîr Carî ye, navê dayîka wî Sultane Sebah Ali ye, birayê wî yê bi navê Hadî ku ji dayik bûyê sala 1991ane jî yek ji endamên civata gundê Bîr Carî ye û di heman dem de endamê nivîsgeha Babilyon ya li gundê Ziku yê ser bi nahiya Sinûnêye.

13- Sekir Xizîr Salih Gitib, yek ji çekdarên berê yên DAIŞê û çekdarê niha yê YBŞ’ê ye, bavê wî cêgirê serokê Civata Gel ya gundê Bîr Carî ye, ji Hoza Şerabîye, navê dayîka wî Fitume Birhu Xelef e, birayê wî yê bi navê Cîhad yek ji endamên saziya “Ciwanên Şoreşger” yên erebe ku raste rast ji aliyê PKK’ê ve tê birêvebirin.

14- Ela Husên Xalib Getîb, yek ji çekdarên berê yên DAIŞê û çekdarê niha yê YBŞ’ê ye.

15- Macid Etîye Ali Ayd, yek ji çekdarên berê yên DAIŞê û çekdarê niha yê YBŞ’ê ye, erka wî ya sereke kolana tunelaye, di sala 1998an de ji dayik bûye, ji Hoza Raşdîye, navê dayîka wî Nezîle Mihemed Meclî ye, şêniyê gundê Bîr Qasim yê ser bi nahiya Sinûnê ye.

Pustên heman beş