Enqere.. bi sedema PKKê 30 kes hatin desteser kirin

pkk-enqerepkk-enqere

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi sedema “propagandaya PKKyê” biryara desteserkirina 30 kesan da.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi sedema ku di Newroza 2022yan de “propagandaya PKKyê” kirine derbarê 30 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên emnî yên Tirkiyeyê li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo desteserkirina 30 kesan dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de heta niha 21 kes hatine desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqerê.

Herwiha ji bo desteserkirina 9 kesên din operasyon berdewam e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “sedema PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş