Kobanê rastî kirîza sûtemeniyê hatiye

Kobanê rastî kirîza sûtemeniyê hatiye

Piştî operasiyona leşkerî ya Tirkiyê roja çarê cotmehê li ser dehên jêxaneyan li rojavayê kurdistanê ، dirustbûna kirîzan ji tevaya biwarên jiyanê dest pê kir bi taybetî sûtemenî ya ku bandora xwe ya raste rast li ser tevaya movik û sikterên jiyanê dike.

Jêderên xwecihî ji bajarê kobanê yê rojavayê kurdistanê ragihan ku bajarî kobanê rastî kirîzeke sutemeniyê ya dijwar hatiye bitaybetî mazot ku îdî nema peyda dibe.

Jêderan serbar kir û got ku ji ber nebûna mazotê li bajêr ajokar neçar dibin bi demijmêrên dûr û dirêj li ser sireyên dirêj rawestin ji bo wergirtina parên xwe ji mazotê di rêya kerta elikitronî ji westgehên sûtemeniyê .

Heman jêdera xwecihî tekez kir ku ajokar li bajarî kobanê nejar dibin jî li ser kirîna mazota li bazarê bi nirxê 4600 lîreyên surî bi zêdebûna ku dighêje bêhtir ji 200 % ji nirxê mazotê ya ku Rêveberiya PYDê destnîşan kiriye.

Roja 17 Êlûna 2023an Rêvebeirya PYDê nirxê mazota ku ji aliyê wê ve tê dabeşkirin ji 525 lîreyan bo 2100 lîreyî bilind kir, û mazota li bazarê tê firotin PYDê nirxê wê ji 1700 lîreyî bilind kir bo 4600 lîreyên sûrî.

Ev kirîza sûtemeniyê tê holê di demê ku xelkê bajarê kobanê yê rojavayê kurdistanê rastî krîza avê û gazê tên bê dîtina tu çareseriyan ji van kirîzan re btaybet piştî derkeitna jimareyek mezin ji navendên serekî ji kar.

Pustên heman beş