PKKê 4 ciwanên Êzdî yên bê guneh kuştin

ezidi-pkk-sinjr-qahtaniya-naynawa-info

Her ku diçe tewanên rêxistina PKKê û baskên wê yên di rasta gelê Êzdî da aşkere dibin, herî dawî PKKê 4 ciwanên Êzdî ku ji Şengalê revandbûn bi awayekî hov qetil kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, Asayîşa Êzîdxanê ya ser bi PKKê ve li roja 19/11/2022an 4 ciwanên Êzdî ji Şengalê revandin û paş derbasbûna 10 mehan bi awayekî hov li ser derew û tuhmeta ajanîya ji boy Tirkiyê û PDKê ew qetil kirin.

Navên wan wisaye:

Sead Casim Mirad Qasim.

Selah Bircis Silêman.

Feysel Cunu Qasim.

Ehmed Nesreddîn Qasim.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kirin, paş derbasbûna 10 mehan li ser revandina van 4 ciwanên Êzdî yên bê guneh, li roja 26/9/2023an, wêneyên wan li bajarokê Qehtaniyê yê girêdayî qezaya Beacê ya ser bi parêzgehîya Neynewayê ve hatin dîtin ku hatibûn helawîstin û li ser hatibû nivîsandin: “Yê ku xiynet kir, dawîya wî mirin e”.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha diyar kirine ku ji tirsa tolhildana PKKê û Asayîşa Êzîdxanê, malbatên wan 4 ciwanên Êzdî skala li cem polîsan nekirine.

Pustên heman beş