Gelê Bakurê Kurdistanê ber bi ku ve diçe?

Rojhilata Navîn di qonaxeke pevçûnên mezin re derbas dibe. Kurd di navenda vê pevçûnê de ne. Tişta ku li Bakurê Kurdistanê qewimî, di demekê wiha hestîyar de ji bo Kurdan trajediye. di vê demê de divê Kurd bibin yek û piştgirîya hev bikin.

Li Bakurê Kurdistanê girseyeke birêxistinkirî heye, lê mixabin armanca wê hêza ku ev girseya rêxistinkirî li pay dimeşe ne Kurdistanîye. Ev hêza siyasî ya sereke bi armanc û daxwaziyên xwe ne kurd û Kurdistanî ne.

Ger em li sedemên girseya PKK’ê ya daketina qadan û kolanan binêrin em ê vê rewşê hê zelaltir bibînin.

PKK di tevahiya meha Îlonê de ji bo protestoyên li dijî PDK’ê li darbixe girseya xwe daxist kolanan. Ji bo vê planê jî YPS û HDP hatin erkdar kirin.

 Di 16 ê Îlonê de parlementerên YSP-HDP’ê li Silopiya meşiyan. Parlamenterên YSP û HDP’ê Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, Sabahat Erdogan Sarîtaş û Newroz Uysal serkêşîya vê çalakiyê kirin.

Di 17ê Îlonê de 6 ciwanên YSP’eyî Stenbolê li Kolana Îstîklalê meşiyan û dirûşmên “dij-PDK” qîriyan.

Di 18ê Îlonê de li Îzmîrê parlementera YSP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li dijî PDK heya ku qirika xwe çirandî dirûşim diqîriya. Li kêleka wê bêmarêzê parlementara Amedê Ceylan Akça Cupolo û Parlamentera Tirk a YSP’ê Burcugul Çubuk jî hebûn.

Piştre jî komên piçûk ên YSP’ê li Edeneyê û hwd li dijî PDK’ê daketin qadan. Ev komên ku ji deh-panzdeh kesî pêk tê li her derê daketin qadan û dirûşmên “emê hesabê ji xayîna bipirsin” diqîriyan.

Dewletê mudaxeleyî van nekir. Ev hewlên YSP-HDP’ê ne tenê bêwate bûn di heman dem xayîntî, hîle û bêbextî lê difûrî.

PKK’ê di 1ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiyeke bi guman pêk anî. Piştî çalakiyê bi dehan endamên HDP’ê yên li Tirkiyeyê hatin girtin. Gelek ji wan hê jî di bin çavan de ne. HDP û YSP’ê dengê xwe dernexist. Parlamenterên ku dijî PDK’ê daketin qadan, dûvên xwe xistin nava lingên xwe û xwe kerr kirin.

Piştî êrîşa Enqereyê dewleta Tirk bi êrîşên hewayî li 150 binkeyên girîng ên weke bendav, santralên elektrîkê û bîrên neftê xist.  Niha li Rojava parêzgeha Cizîrê av û ceyran hatîye qûdkirin. Gel di rewşeke pir bêserûber de ye.

Lê ew parlementerên YSP û HDP’ê yên ku qirika xwe çirandin û dirûşmên “dij-PDK” diqîriyan, ne ji bo çalakîya Enqerê û ne jî ji bo êrişên li ser Rojava deng dernexistin. Ne PKK’ê rexne dikin ku Rojava dike hedef û ne jî dij-dewleta Tirk yek dirûşm qêrîn.

Mînak Berdan Ozturk çawa ku ber bi Silopiyayê ve dimeşe, dikare biçe Nisêbînê li hember Qamişloyê û bêje, em êrîşa li ser Rojava şermezar dikin. Lê rêka van kirêgirtîyan ne ew e.

Gulistan xanim ewqas li dijî PDK’ê diqîriya ku xwe dirand. Dê fermo ji bo Rojava biqîrin.

Lê nekirin û nakin. Ji ber ku yên xeta PKK ê dişopînin nikarin ji bo parastina Kurdistanê bimeşin. Lê tenê bi fermanên cihên tarî ew dikarin dakevin kolana.

PKK’ê ji sala 2000 î û vir ve hêza girseyî ya gelê Bakurê Kurdistanê heland. Xwepêşandanên ku çend kes tên cem hev ne ji bo mafên Kurd û Kurdistanê ne. Tenê ji bo dij-PDK’ê ev grûp xwepêşandana dike. ji bo mafê zimanê Kurdî jî bo mafê xwe yê nasnameya Kurdî xwepêşandan nakin lê dema got werin emê dijî PDK’ê bimeşin weke gayê mêşkî bûyî dadikevin kolana. Dê fermo Rojava li ber çavên we tê şewitandin yek çalakî dij-Tirkan darbixin.

Li Bakurê Kurdistanê hêzeke din jî heye ku ji bo Filistînê meşan dardixe girseyê komdike ew jî HÛDA-PAR e. lê ji bo terora dewletê ya li ser Kurdan yek gotin jî nake.

HUDA PAR di derbarê Kurdistanê de ker û lal e. lê dikare ji bo Falestînê li Amedê û batmanê bi hezaran girseyê daxist kolana.

Li Wanê jî bi wesayîtan xwepêşandan kirin.

Lê dema Kurd dimirin,Kurdistan kavil dibe Hûda PAR nahêle yek kes jî derkeve kolanan.

Ev jî trajediya Kurdên Bakur e. Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo her kesî tê bikaranîn, lê ji bo nirx û pêşeroja xwe tiştekî nakin.

Pustên heman beş