Welatî gazina berdewamiya kirîza sotemeniyê li Minbicê dikin

Welatî gazina berdewamiya kirîza sotemeniyê li Minbicê dikin

Li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demoqratî “QSD” de kirîza sotemeniyê berdewam e û welatî gazinan dikin.

Jêdereke xwecihî ji bajarê Minbicê îro ragihand, kirîza sotemeniyê li bajarê Minbicê bi taybetî ya mazotê berdewam e, welatî bi demjimêrên dirêj di noreyan de radiwestin bo bidestxistina sotemeniyê, ev çendê jî bi nerênî bandorê li ser tevgera pîşesazî û bazirganiyê li bajêr dike.

Serbar kir, çandinî jêdera aborî ya sereke ya xelkê Minbicê ye, serbarî bazirganî û pîşesaziyê, lewma xelk neçar dibe ku sotemeniyê ji bazara reş bi nirxekî girantir derdora 5 hezar lêyreyên Sûrî bikire, ev çend jî ziyanê dighîne wan.

Roja 17 Êlûna 2023an rvebeirya PYDê nirxê mazota ku ji aliyê wê ve tê dabeşkirin ji 525 LS bo 2100î, ya li bazarê tê firotin ji 1700 LS bo 4100î bilind kir.

Hevdemê berdewamiya kirîza sotemeniyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola QSD de, rêveberiya PYDê petrolê ji deverên di bin kontrola xwe de derbasî deverên Rêjîma Sûrî û Girûpên Çekdar dike.

Pustên heman beş