Hemasê spasiya Erdogan kir!

Hemasê spasiya Erdogan kir!

Piştî şerê navbera Îsrail û Hemasê de , serokkomarê Tirkiye Erdogan di civîna partiya xwe de, dabû xuyakirin ku, Hemas ne rêxistinek terorist e, Hemas tevgerek azadixwaz e û ji bo azadiya xwe ditekoşe. Wek tê zanîn gelek welat di serî de jî DYA Hemasê wek rêxistinek terorist dibînin.

Li ser vê helwesta serokkomarê Tirkiye û hinek welatên din Hemasê daxuyaniyek ragihand û vê daxûyaniyê de, spasiya Erdogan û hinek welatên din dike.

Hemas di daxuyaniya xwe de dibêje:

Em helwest û daxuyaniyên fermî yên ku Hemas, Tûgayên El Qassam û berxwedana Filistînê weke terorîst bi nav nakin, bi eleqeyek mezin dişopînin. Serokomarên Tirkiye û Cezayîrê, Serokwezîrê Malezyayê û Wezareta Karên Derve ya Omanê, li gel tevgera hemasê ne. Hemas daxûyaniya xwe de dibêje: “Em spasiya xwe ji bo van daxuyaniyên ku bi zelalî diyar dikin ku tevgera rizgariya neteweyî ya ku xwe diparêze, radigihînin.”

Pustên heman beş