Partiya Karkeran bîlançoya şerê xwe ê bê encam û berxwedana xwe a saxte ya meha cotmehê aşker kir û li gorî wê 205 leşkerên Tirk hatine kuştin. Du helîkopter hatne êxistn.
HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran, îro roja pêcşemî 2/11/2023 bîlançoya cotmehê aşkere kir û got ku çekdarên wan 205 leşkerên Tirk kuştine û 38 birîndar kirine, li himberî vê 12 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.
Li gorî Partîya Karkeran, di tebaxê de her roj bê navbir 6 heya 7 leşkeran hatine kuştin!! Heger ev yêk rast be pêwîste kêfa her Kurdekî jê re were, lê belê her ku diçe Partîya Karkeran berxwedana xwe bi derewên bi şax geş dike û kuştina ewqas leşkeran li holê tune.
Partîya Karkeran ji sercema 205 leşkerên ku gotîye wê kuştine, dîmenên yek ji wan jî parve nekiriye û di nûçeya ragihandina kuştina wan de wêneya çekdareka keç a zarok parvekiriye.
Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.