Kirîza sotemeniyê li Minbicê berdewam e

Kirîza sotemeniyê li Minbicê berdewam e

Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demoqratîc “QSD” de kirîza sotemeniyê berdewam e û welatî gazinan dikin.

Li gorî wênene ku îro li ser malperên tora civakî hatine belavkirin, bi dehan otombêl li ser sireyê li westgeha “Om Elqura” li Minbicê rawestiyane bo wergirtina para sotemeniyê.

Di vê derbarê de, jêdereke xwecihî ji bajarê Minbicê ragihand, kirîza sotemeniyê li bajarê Minbicê bi taybet ya mazotê berdewam e, welatî bi demjimêrên dirêj di sireya sotemeniyê de radiwestin bo bidestxistina sotemeniyê, ev çendê jî bi nerênî bandorê li ser tevgera pîşesazî û bazirganiyê li bajêr dike.

Serbar kir, çandinî jêdera aborî ya sereke ya xelkê Minbicê ye, serbarî bazirganî û pîşesaziyê, loma xelk neçar dibe ku sotemeniyê ji bazara reş bi nirxekî girantir derdora 5 hezar lêyreyên Sûrî bikire, ev çend jî ziyanê dighîne wan.

Roja 17 Êlûna 2023an rvebeirya PYDê nirxê mazota ku ji aliyê wê ve tê dabeşkirin ji 525 LS bo 2100î, ya li bazarê tê firotin ji 1700 LS bo 4100î bilind kir.

Hevdemê berdewamiya kirîza sotemeniyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola QSD de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 6ê Mijdarê di raporteke xwe de tekez kir, ku rêveberiya PYDê petrolê ji deverên di bin kontrola xwe de derbasî deverên Rêjîma Sûrî û Girûpên Çekdar dike.

Pustên heman beş