PYD kiriya veguhestina hundirên li Reqayê bi rêjeya 100% bilind kir

PYD kiriya veguhestina hundirên li Reqayê bi rêjeya 100% bilind kir

Hevdemê berdewamiya kirîza sotemeniyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontirola HSDê de, bilindbûna nirxê veguhestina giştî êş û azarên xelkê zêdetir dike.

Jêdereke xwecihî ji bajarê Reqayê îro 12ê Mijdara 2023yan ragihand, rêveberiya PYD kiriya veguhestina hundirîn li Reqayê ji 500 lêreyên Sûrî bo 1000î bilind kir.

Jêderê serbar kir, ji ber nebûna hevsengiyê di navbera dahata rojne û nirxên kiriya giştî, welatî gazinan dikin û nerazîbûn li hember kiryarên PYD zêde bûne.

Di Êlûna borî de, Rêveberiya PYDê, nirxê litra mazota veguhastin û pîşesaziyê kire 2050 LS, ya ku bi şêweyekî azad li bazarê tê firotin bo 4100 LS bilind kir û li bazara reş jî litra mazotê bi nêzîkî 5 hezar LS tê firotin.

Hevdemê ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna sotemeniyê dinalin, HSD di şandina dahatên petrolê de bo Rêjîma Sûrî û çekdarên “Artêşa Niştîmanê” berdewame.

Di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de roja 5ê Mijdarê tekez kiribû: ”karwaneke mezin ku bi sedan tankerên petrolê li xwe digirtin, ji navçeyên di bin kontrola HSDê de li biyabana Sûrî derketin, beşek ber bi navçeyên çekdarên Artêşa Niştîmanê ve çû û ya din ber bi navçeyên Rêjîmê ve”.

Beriya niha jî çendîn car dîdevan, çalakvan û ragihandkaran daye zanîn ku Rêveberiya PYDê, sotemeniyê dişîne navçeyên opozisyon û Rêjîma Sûrî.

Pustên heman beş