Ma şervan ji van zarokan çêdibn!!

pkk-hpg-zarok-kurdistan-turkey-kurd-kck-npg-pkk-zap-info

Partiya Karkeran keçeke din ya Kurd a 14 salî bi destê artêşa dewleta Tirk da kuştin û ragihand ew milîtana fedayî ya Apo bû.

Rêxistina PKKê nasnameya keçeke din ya Kurd bi navê “Gulbahar Hassan” aşkere kir ku li 23 cotmeha îsal 2023ê li herêma Zapê bi destê artêşa dewleta Tirk a dagîrker daye kuştin û ji nû ve îro mirina wê îfşa kir.

Partiya Karkeran di daxuyanîya raghandina mirina vê zarokê de gotiye: Ew milîtana fedayî ya Apo bû!.

Keça bi navê “Gulbahar Hassan” weke bi hezaran keçên din yên Kurdan li ser destê Partîya Karkeran hatiye xapandin û di şerekî bê wate de hat feda kir, li demekê hêjan temena wê tenê 14 salin.

Partiya Karkeran ku êdî mirov dikare navê Partiya Zarokkujan lê bike, ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî ve hatîye tespît kirin.

Pustên heman beş