Li bajarê Amedê her cure çalakî, meş û xwenîşandan heta 4 rojan hatin qedexekirin.
Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP), da ku balê bikşîne ser rewşa zindanîbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, amadekariyan dike ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyekê bi navê “Meşa Gemlîkê” bike û Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî dê beşdarê meşê bibe.
Lê beriya vê çalakiyê, Parêzgeha Amedê biryara qedexekirina her cure çalakî, meş û xwenîşandanan da.
Li gor biryarê, qedexe îro dest pê dike û dê heta çar rojan berdewam bibe. Herwiha da ku rê li ber çalakvanan were girtin, çûnûhatin bo bajarê Amedê hatiye astengkirin.