Tevî ku ti caran PKK’e ji êrîşkirine ser PDK’ê ranewestiyaye, lê belê, ev dema pêtir ji mehekîye PKK’e tev derfetên di dest xwe de bikartîne û bi awayekî pirr bêexlaqane di çapemeniya xwe de di bin navê rexnekirina PDK’ê êrîşî ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên lehengên azadiya Kurdistanê dike û derewên bi şax parve dike.
PKK’ê êdî hevsarê fesad û bêbextên di çapemeniya wê de kar dikin berdaye û ew êrîşî her tiştî dikin, derwên mezin û bêexlaqiyên bê mînak dikin û bi vê yekê dixwazin zemîneyekî ji boy êrîşa leşkerî li ser pêşmergeyên qareman saz bikin, dixwazin mejiyê takê kurd ji boy şerekî li dijî take perçeya azad a Kurdistanê hazir bikin û bi van derewên bi şax rewatiyê bidin êrîşa xwe ya çaverêkirî, û xeta xiyanetê ku ji serokê wan yê zindankirî bo wan maye bidomînin.
Di nûtirîn derewa xwe ya bi şax de, çapemeniya PKK’ê nûçeyek di bin ser navê “dema PDK’ê rê çêdikir, dewleta tirk çekên kîmyawî bikaranî!” parve kiriye û tê de her tişt berevajî kiriye, bi vê nûçeya derew ku rojane di çapemeniya xwe de dubare dike, dixwaze vê derewê weke rastiyekî bike rojev û alîgirên xwe pê bixapîne û rewatiyê bide xîyaneta xwe. Çima ev nûçe derewe? Emê vê pirsê bi pirseke din bersiv bidin; gelo ger PDK’e alîkariya dewleta tirk bike, çima dewleta tirk wê bi çekên kîmyewî êrîşî wê cihê bike ya ku “PDK’ê rêyê ji bo leşkirê tirk çêdike”? Ev çi lojîke?
Ev rêyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêdike bi tenê ji boy yek mebest tên çêkirin, ew jî eve ku pêşiyê li zêdetir hatine pêş ya leşkirê Tirkiyê ji boy nava axa Herêma Kurdistanê bigre, ji ber ku PKK’e li her derê li himber artêşa tirk têkçûye, cîhên ku ev 40 sal bûn baregeh û biryargehên PKK’ê lê heyî, tev teslîmî dewleta Tirkiyê kirine û niha dixwaze deverên din jî teslîmî dewletê bike, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev mebesta Tirkiyê ya bi alîkariya PKK’ê baş fêm kiriye û dixwaze pêşiyê li vê komploya hevpara van du dostên kevin bigire, PKK’e ji boy bicî anîna fermana serokê xwe û parastina mîsaqa millî ya Tirkiyê her tiştî dike û ev ne tiştekî veşartiye, PKK’e dixwaze soza ko serokê wan li Îmraliyê bi dewleta tirk dayî cîbicî bike.
PKK’e dibêje, “artêşa tirk di Kanûna 2022’an de neçar ma ku ji tevahiya herêma rojavayê Zapê vekşe û bi rengekî dîrokî têk çû. Lê belê di îlona 2023’an bi piştgiriya lojîstîkî û alîkariya xîyaneta PDK’ê careke din dest bi hewildana dagîrkirina vê qadê kir. PDK’ê ji bo artêşa tirk rê çêkir, li kêleka qereqolên xwe çeper ji dagirkeran re çêkir û cihên ku helîkopterên skoriskî karbin xwe lê dîne bi kepçeyan amade kir.” ev derew dema 3 salane rojane di çapemeniya PKK’ê de dubare û sedbare û hezarbare dibe, dev ji başûr berdin ma PDK’e li Efrînê Serê Kaniyê, Cûdî, Gabar, Besta, Çarçel, Mawa, Andok … Hwd bû ku we ji dewleta Tirka dagirker re hiştin û we bazda hatin derdora Amêdiyê? Lê binêrin pêş niha hûn li kuderê bûn û niha li kuderê ne, evca hûn bas li kîjan berxwedan û berxwedêran dikin? Ger hûn berxwedêr, wilatparêz û serîhelêdir bûna niha hûn li başûr nedibûn, da li Bakurê Kurdistanê bin û wê perçeya bin dest rizgar kin, lê êdî her kes dizane hûn kîne û çi dikin, stratejîya we ya sereke bi tenê cîbicîkirina soza xayînê mezin anku Evdila Ocalan e ku soz bi dewleta dagirker a Tirkiyê dayî bibe cîbicîkarê Mîsaqa Millî ya Tirkiyê.
Di wan rêyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy pêşmergeyan û parastina başûr çêdike, yek leşkirê tirk derbas nebûye û derbas nabejî, ev rê bi tenê ji boy parastina başûr û hêsankirina hatin û çûyîna pêşmergeyên Kurdistanê tên çêkirin, hûn her çi qas derewan û bêbextiyan bikin gelê me bawer nake, ji ber ku ti belgeyek di dest we de tuneye.
Duh we digo, dewleta tirk nekariye bikeve yek tunel û yek sengerê gerîla li Rojava Zapê, îro jî hatine û dibêjin “artêşa tirk di Kanûna 2022 de neçar ma ku ji tevahiya Herêma Rojavayê Zapê vekşe û bi rengekî dîrokî têk çû,” ey hawar, ev çi derewin hûn dikin? Gelo Çiya Zerkî, Çiya Reşkî, Serê Pirasiya, Girê FM, Sêrî ku hûn jê re dibêjn “Tepê Cûdî” dikevin kû dera Zapê? Ev cî niha di destê kê de ne? Çima hûn qala wan nakin? Gelo dewleta tirk çewa dikare ji serê zêrî li deştanê rêyê bibe serê Metînî “Pirasiyan”, Helwe, Dêrkê, Avsarkê û jêhel ber bi serê Metîna? Ma ev ne rojava Zapê ye, ger hûn li wirin û weke hûn qal dikin şerek giran li wir heye û we parastiye, çewa dewleta tirk bi yek kepçe dikare wusa bi hêsanî rêyan ji leşkerê xwe re çêbike? Yên ku rêyê li ber leşkirê Tirkiyê xweş dikin û wan dikşînin nava kûrahiya Başûrê Kurdistanê hûn bi xwe ne, ji kerema xwe ya neyî re ti derewên din ji vî gelê bi rûmet re nekin û zêdetir rûyê xwe reş û tarî reş nekin, êdî her kes dizane hûn kîne û çi dikin, hewceyî derew û bêbextiyan nake.
PKK’ê ne bi tenê ti elaqe bi kurdîtiyê nebûye, di heman dem de ti têkilya xwe bi mirovahiyê re jî tuneye, ciwanên kurd bi navê eşqa Kurdistanê dixapîne, wan dibe çiya, tunelan bi wan dide kolandin û piştre ji boy berjewendiya xwe dike qurban, ev hemû jî bi tenê ji boy yek mebest tê kirin, ewjî cîbicîkirina soza xayînê mezin, xayînê ku soz bi dewleta Tirkiyê dayî rêgiriyê li avabûna dewleta Kurdistanê bike ku her kes dizane ew xayînê mezin ji xeynî Ocalan ku temsîla xeta xîyanetê dike, ti kesek din nîne.