Nêzîkî Bexdayê dronekî êrîşî milîsên çekdar kir

Nêzîkî Bexdayê dronekî êrîşî milîsên çekdar kir

 Îro 21.11.2023yê çapemeniya Iraqê ragehand, nêzîkî bajarokê Ebuxurêb a li rojavayê Bexda ya paytexta Iraqê, dronekî otomobîla çekdarên Hizbullahê kiriye armanca êrîşê.

Çavkaniyekî aşkera kir, dronekî otomobîlekî Hizbullahê di navbera herdu navçeyên Nesr û Selam li Ebuxurêb a li rojavayê Bexdayê kiriye armanc û di wê demê de hejmarek otomobîlên milîsên Hizbullan di rê de bûn û li navçeya Sirsar ve diçûn bo Ebuxurêb û otomobîla wan bû armanca êrîşê û hat bombebaran kirin. Lê hîn nayê zanîn çend kes di wê otomobîlê de bûne.

Hat ragehandin di otomobîlê de çek û teqemenî hebûye û piştî otomobîl ji aliyê dronê ve hatiye bombebaran kirin dengeke mezin hatiye bîhîstin.

Piştî li Xezeyê şer di navbera Hemas û Îsraîlê de destpê kir, binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dibin armanca êrîşan û milîsên çekdar jî çend carekan berpirsyartiya xwe ya wan êrîşan ragehandin.

Berî naha jî Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragehand, ji 17ê cotmeha 2023yê heta 17ê meha mijdarê, 58 caran binkeyên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê bûne armanca êrîşan.

Pustên heman beş