Kübra Par lêborîn ji Pervîn Çakar xwest

Kübra Par lêborîn ji Pervîn Çakar xwest

Pêşkêşvana TV 100 Kübra Par, ku şîroveya wê ya li ser stranbêja Kurd a operayê Pervîn Çakar rastî bertekên mezin hat, got: “Ez fêm dikim ku ev şîroveya min bû sedema acizbûnê û hem jî ji qesta xwe derket. Tu eleqeya şiroveya min bi nasnameya birêz Çakar û Kurdbûna wê re tunebû. Ez dixwazim bibêjim ku eger şaşfêmkirinek wiha çêbûbe ez ji dil lêborînê dixwazim”.

Di dema weşana xwe ya di TV 100 de, gotinên pêşkêşvan Kubra Par ên di derbarê sopranoya navdar a navnetewî Pervîn Çakar û Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel de gotibû, raserî bertekên mezin hatibû. 

Kubra Par, di dema weşanê de gotibû ku wek rojnamegerekê hewl dide ku konserên muzîka klasîk bişopîne lê wê qet navê Çakar nebihîstiye û di derbarê mijarê de li hunermendên Senfonî û Opera-Baleta Dewletê ya Stenbolê geriyaye.

Kubra Par gotibû ku Pervîn Çakar ne hunermendek naskirî ye,erê li seranserî cîhanê beşdarî opera û bûyerên cigêreng bûye lê serkeftinek cîhanî bi dest xistibe û tenê bi daxuyaniyên li ser nasnameya xwe ya Kurdî derketiye pêş.

Di encama bertek û şermezariyan de Kubra Par ji ber şiroveya xwe û şaşfêhmkirina wê lêborîna xwe ji Pervîn Çakar û hezkiriyên wê xwest û got:  “Mebesta min ne Kurdbûna wê û nasnameya wê ya etnîkî bû, ger şiroveya min bûbe sedemê şaşfêmkirinek wisa, ez ji dil û can lêborînê dixwazim. Ez wek rojnamevanekê li gor prensîbên weşangeriyê dixwazim vê yekê bibêjim. Ger ev yek neheqî hatibe dîtin ez lêborîna xwe dixwazim”.

Pustên heman beş