PKK’ê 3 leşkerên Tirkiyê li Zapê kuştin

PKK’ê 3 leşkerên Tirkiyê li Zapê kuştin

Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, di encama êrîşeke PKKê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li Zapê endamên PKKê êrîşî leşkerên wan kirine û di encamê de 3 leşkeran canê xwe jidest dane û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, hat ragehandin, di encama êrîşa PKKê de 3 leşkerên bi navên Necdet Çaliş, Emrah Gunduz û Fevzî Kiziltaş jiyana xwe ji dest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne û ji nexwaşxaneyê re hatine veguhestin.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Li gorî amarên ne fermî jî, heta niha zêdetir ji 500 endamên PKKê û zêdetir 200 leşkeran canê xwe jidest daye.

Pustên heman beş