YE rapora li ser Tirkiyê diyar kir

YE rapora li ser Tirkiyê diyar kir

Komîsyona Ewropa li ser rewşa têkilîyên sîyasî, aborî û bazirganî yên Yekîtîya Ewropayê (YE) û Tirkiyê rapora xwe ya sala 2023an diyar kir.

Di raporê de hat gotin ku “ ji ber rewşa giran a mafên mirovan û hiqûqa navxweyî, bicîhneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a YE, têkilîya YE-Tirkiyê û gelek sedemên din li pêşberî endametîya Tirkiyê dibin asteng divê bên çareserkirin“.

Berpirsê sîyaseta Derve û Ewlekarîya Yekîtîya Ewropayê (YE) Josep Borrell û Berpirsê Cîrantî û Berfirehkirina Ewropayê Oliver Varhelyi, rapora ser Tirkiyê li Brukselê li navenda giştî bi preskonferansekê pêşkeş kirin.

Josep Borrell destnîşan kir ku dîyaloga ser serwerîya hiqûqê û mafên bingehîn wê bibe beşek bingehîn a têkilîya YE û Tirkiyê.

Di rapora 18 rûpelî de hat eşkere kirin ku ji bilî têkilîyên dualî û aborî, gelek xal hene ku çarçoveya peywendîyên YE- Tirkiyê aloz û dijwar dikin.

Daxuyanîyên li ser rewşa Rojhilata Derya Spî, pirsgirêka Qibrisê, di şerê Rûsya û Ukrayna de helwesta Tirkiyê, berfirehkirina NATOyê, helwesta Tirkiyê ya li ser mijarên sîyaseta derve û herêmî, piştgirîya Hamas û dijberîya Îsraîlê û rewşa mafên mirovan a navxweyî û serwerîya hiqûqê û gelek sedemên din ji bo endametîya Tirkîyê ya ji bo YE sedemên berbiçav in.

Borell û Varhelyi destnîşan kirin ku hawirdorek aram û ewledar a li Rojhilata Derya Spî û pêşxistina têkilîyek hevkar û sûdmend ên bi Tirkiyê re, di berjewendîya hemû alîyan de ye.

Borrell û Varhelyi ji bo çareserîyê ji Tirkîyê pabendbûna bi peymanên navnetewî û binpênekirina mafên serwerî yên endamên YE xwestin.

Di beşa duyem ya raportê de sîyaseta Tirkiyê ya li derveyî heremên YE jî hat nirxandin, wek li Sûrîyê, Îraq, Îran û Ermenistan.

Borrell û Varhelyi destpêkirina peywendîyên Tirkiyê û rêjîma Sûrîyê bi navbeynkarîya Rûsya wek dijberî sîyaseta YE rexne kirin.

Borrell û Varhelyi bi îdiaya dijî milîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bal kişandin ser berdewamîya operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û hebûna leşkerî ya li Sûrîyê û Herêma Kurdistana Îraqê

Borrell bi bîr xist ku hikûmeta Îraqê operasyonên Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

Di raporê de hat gotin  “tevî ku YE, PKK’ê wek rêxistinek terorîst dibîne, welatên herêmê teşwîq dike ku çalakîyên li dijî terorê koordîne bikin, bi pîvan û bi rêzgirtina tam ya serwerîya hiqûqê tevbigerin“.

Pustên heman beş