Ji ber pirsgirêkên navxweyîî 2 kadroyên PKK’ê xwe kuştin

Ji ber pirsgirêkên navxweyîî 2 kadroyên PKK’ê xwe kuştin

PKK’e bi tenê di çapemeniya xwe de wisa dixuye ku bêy pirsgirêk e, lê belê PKK’e bi pirsgirêkên navxweyî yên herî tund rû bi rû ye û ji ber vê sedemê hin caran kadroyên vê rêxistinê xwe dikujin.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, 2 ji kadroyên PKK’ê ku li herêma çiyayê Gare erka wan hebûne ji ber derketina pirsgirêkan bi berpirsên xwe yên blind re xwe kuştine.

Çavkaniyên me eşkere kirin, yek ji wan çekdaran Demhat Orfa bûye ku di nava rêxistinê de berpirsyarê yekîneyek gerîlayan bûye, Demhat di sala 2022’an de li devera Deşta Kafiya ya Herêma Çiyayê Gare, bi sedema dirustbûna pirsgirêkeke bi Şoreş Bokan berpirsyarê akademya şehîd Mahir re, xwe dikuje.

Li gor agahiyan, Demhat Orfa hin caran berpirsyarê xwe rexne kiriye loma jî berpirsyarê wî erkên pir gran bi wî dide, her weha wî neçar dike ku rapora xwe rexnekirinê binvîse, lê belê Demhat razî nabe û ji ber vê yekê pirsgirêkên herî mezin di nêvbera wan de dirust dibin, ku dibin sedem Demhat Orfa xwe bikuje.

Ji aliyekî din ve, kadroyek din a PKK’ê ya bi navê Denîz Cizîrî jî, di sala 2022 de her li Deşta Kafiya ya çiyayê Gare ji ber pirsgirêkên wê bi Zozan Stewrê re ku berpirsa eyaletê bûye xwe dikuje.

Pirsgirêkên navxweyî yên di nava PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibin, lê ji ber ku PKK’e xwedî sîstemeke tund e, ev pirsgirêk zû bi zû nagihin nava çapemeniyê de, ger na pirsgirêkên di nava PKK’ê de heyî di nava ti partiyeke din de tune ne.

Pustên heman beş