Tirkiyê mal û milkên 82 rêxistin û kesên pêwendî bi PKKê re hey cemidand

Turkey-freezes-assets-of-82-organisations,-people-for-alleged-PKK-ties-info

Tirkiyê mal û milk, pere û hesabên bankî ên 20 rêxistin û 62 kesatiyên ku pêwendîya wan bi PKKê re heye li welatên Ewropa, Ustiralya, Japon, Berîtanya û Îraq û Sûryê bilok dike.

Li gorî biryarekê ku rojnameyên fermî yên Tirkiyê îro roja çarşemî 6/12/2023an parvekiriye, wezareta gencîne û darayî a Tirkiyê pere, saman û hesabên bankî yên 20 rêxistin û 62 kesan li seranserî cîhanê bi sûça hebûna pêwendiyên wan yên bi PKKê re bilok kirine.

Li gorî ajansa Reuters ê, Enqerê ev gav li jêr navê pêşîgirtina gihîştina diravî ji boy karên terorê avêtiye.

Hat ragihandin, ev rêxistin û kesên ku pereyên wan hatine bilok kirin, li welatên Ewropî yên weke Elmanya, Berîtanya, Beljîka, Firansa, Swêd, Norwy û Danîmarkê ne, her wiha li Ustiralya, Japon û Îraq û Sûryê.

Pustên heman beş