Dijminên Kurdan jî bi qasî PKKê keçên Kurd nekuştine

pkk-jin-kec-zarok-net

Nasnameya 6 keçên Kurdan ku di nava PKKê de 5 salan berê hatine kuştin ji nû ve aşkere bû û PKKe di pesnê de dîsa wan bi feda ne ji boy Kurdistanê, belku ji boy zilamê MÎTê yê li Îmraliyê dibîne.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 7/12/2023an nasnameya 6 keçên Kurd du jê zarok aşkere kir ku li sala 2018an li Xakurkî ketine ber êrîşên dewleta dagîrker û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê di pesnê van keçên Kurdan de ku 5 salan mirina wan veşartî hiştbû û malbatên wan ti agahî li ser wan negirtbûn, dibêje: “Ew milîtanên Apoyî bûn, fedayê Apo bûn”!.

PKKe her roj wêneyên komên keçên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, keçên ku berê wan daye mirinê û mirina wan bi salane veşartî maye, li gorî wendahîyan ku aşkere dibin, xweya dibe ku çi dewletên dagîrker û çi dijimnên Kurdan bi qasî PKKê keçên Kurdan nekuştine û bê maf û bê rûmet nekirine.

Pustên heman beş