Sê çekdarên PYD’ê tecawizî ser keçeke 19 salî kirin

Sê çekdarên PYD’ê tecawizî ser keçeke 19 salî kirin

Mijara destdirêjîkirine ser keç û jinan ji aliyê çekdarên PYD’ê li Rojava Kurdistanê berdewame, çekdarên PYD’ê ji bilî ku tecawizî ser hevdu dikin, hin ji wan tecawizî ser keçên sivîl jî dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, berpirs û hin ji çekdarên ser bi PYD’ê ve berdewamin li ser karên bê exlaqane û destdirêjîkirine ser keç û jinên Rojava Kurdistanê, herî dawî sê çekdarên hêzên pasewanên sînorî yên ser bi PYD’ê ve li bajarê Qamişlo bi hev re tecawizî ser keçeke 19 salî kirin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, her yek ji Riyaz Hisên yê berniyas bi “Riyaz Enteriye” ku tabûr qumtane, Gabar Qamişlo ku alîkarê Riyaze û azad Qamişlo ku ajokarê Riyaze, di naverasta meha 11/2023’an de li sînorê bajarokê Qamişlo yê ser bi Hesekê ve, destdirêjiya seksî kirine ser keçeke 19 salî.

Ev ne cara yekemîn û dawyê ye ku bûyerên bi vî awa li Rojava Kurdistanê diqewmin, pêş niha jî çendîn caran ev bûyere qewimîne û çekdarên ser bi PYD’ê tecawizî ser keç û jinên rojava kirine, lê belê ji ber tirsa ji çekdarên PYD’ê gel nikare bi awayekî eşkere nerazîbûna xwe ji van kiryaran re eşkere bike.

Pustên heman beş