Qendîl.. Balafirên şer 5 çekdarên PKKê kuştin

Balafirên şer yên Tirkiyê îro êrîşî liv û tevgerên çekdarên PKKê yên li Qendîlê kirin, dîmenên êrîşê jî parvekirine.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja sêşemî 12/12/2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî belav kir û tê de hat got ku balafirên şer nuqteyên PKKê yên li Qendîlê kirine armanc û 5 çekdar kuştine.

Li sêşemiya rabûrî 6/12/2023an jî balafirên Tirkiyê êrîşî hinek çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê kirbû û 8 çekdar kuştibûn.

 

Pustên heman beş