Heşda Şebî li Mûsilê kartên dengdayînê ji xelkê dikire

Heşda Şebî li Mûsilê kartên dengdayînê ji xelkê dikire

Bizava Babilyon ya bi serokatiya Rayan Kildanî û balê wê yê serbazî “lîwaya 50” ya heşda Şebî ev dema 7 mehane kartên dengdayînê yên xelkê Mûsilê dikirin.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, ji destpêka meha 5/2023an heya niha Bizava Babiliyon ya bi serokatiya Rayan Kildanî kartên deng dayînê yên xelkê Senter û Rojava û Bakurê Mûsilê dikirin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, kesên ku serpiriştiya kirîna kartên dengdayînê dikin yek jê berpirsê ewlehiya lîwaya 50 ye û navê wî “Ziya Mihemed El-Neqîb El-Tikrîtî ye ku bi kod navê Ebo Taha tê naskirin, yê din jî cêgirê wî yê bi navê “Emced El-Hemdanî” ye ku bi kod navê Ebo Seyf tê naskirin, pirosesa kirîna kartên dengdayînê li Baroya Babiliyon ya li taxa Erpiçiye ya nêzî Mizgefta El-Bedî ya bajarê Mûsilê tê encamdayîn.

Her weha eşkere kirin, kesên ku bi karê kirîna kartan radibin ji boy her kartekî 40-45 hezar dînar bi xwedîyê kartê didin, piştre bi 65 hezar dînara didin Baroya Babiliyon û her kesê hejmarek kartan radestî Baroya Babiliyon dike çekekî belênê jê re tê çêkirin ji boy garantîkirina deng dayîna bi Babiliyon, piraniya kesên ku karta xwe difiroşin ji texa hejar in û tev bi regez Ereb in.

Li gor agahiyên taybet yên bi dest pêgeha me ketîn, heya niha nêzî 15-17 hezar kartên dengdayînê hatîne kirîn û ev kar heya niha didome, armanca sereke ji vî karî deng dayîn bi namzedê Babiliyon yê bi navê Rebî Yûsif Elias e.

Ev jî navên hinek ji wan kesane ku bi karê kirîna kartên deng dayînê ji boy Bizava Babiliyon radibin:

1- Minîf Mihemed Elias El-Cihêşî, ji şêniyên gundê Um Kehîf yê ser bi nahiya Rebîe ye.

2- Xelef Mihemed Hemû El-Cihêşî, ji şêniyên gundê Saîr yê ser bi nahiya Sinûnê ye, niha li Badûşê dimîne.

3- Mihemed Mihsin El-Cihêşî, ji şêniyên Badûşê ye.

4- Sebah Salih Xelef, ji şêniyên Badûşê ye.

5- Ebo Şelan, ji şêniyên Ewînat ya ser bi nahiya Rebîe ye.

6- Seyf El-Ciborî, ji şêniyên Recim El-Hedîd/ Mûsilê ye.

7- Ehmed Ayîd El-Ciborî, ji şêniyên Recim El-Hedîd/ Mûsilê ye.

8- Xalid Înad El-Gêdî, ji nişteciyên taxa El-Mensûr ya bajarê Mûsilê ye.

Her weha hat zanîn, serbarî kirîna kartên dengdayînê ku wê di roja dengdayînê de her kartek ji xwediyê wê re were vegerandin heya ku bikare deng bi namzedê bizava Babiliyon yê bi navê “Rebî'” bide, di heman dem de kartên Erebên di hin Kamp û Navçeyên di bin kontrola pêşmerge de jî dikirin û di roja dengdayînê de ji wan re na vegerînin heya ku nekarin dengê xwe bidin, ji ber ku Rayan Kildanî yê serokê Bizava Babiliyon ditirse ev xelk deng bi namzedên PDK’ê bidin.

Pustên heman beş