Wêneyê Şêx Seîd li Şirnexê hat daliqandin

Wêneyê Şêx Seîd li Şirnexê hat daliqandin

 Piştî dijminahiya nijadperestên Tirk a li dijî navê Şêx Seîd Efendî, ciwanên Kurd wêneyên mezin Şêx Seîd li cihên herî berbiçav ên bajaran dadileqînin. Piştî Diyarbekir û Êlihê, vê carê wêne bi pira rêbejahiya Şirnexê ve hat daliqandin.

Ji ber bêrêziya ku hem di qada siyasî û hem di qada civakî ya Tirkiyeyê de li dijî Şêx Seîd Efendî hat kirin, gelê Kurd li her dera cîhanê bû yek deng û li navê Şêx Seîd û pêşengên Kurd xwedî derketin.

Piştî ku wêneyê Şêx Seîd û pêşengên Kurdan li sûrên Diyarbekirê hat daliqandin, ciwanên Êliha Bakurê Kurdistanê jî bi heman helwestê li navenda bajêr wêneyê Şêx Seîd daliqand. duhî jî li ser rêbejahiya nav bajêr a Şirnexê, wêneyê Şêx Seîd hat daliqandin û ev helwest di nav ciwanên Kurd de wekî pêlekê belav dibe.

Pustên heman beş