Berpirsa PKKê ya ku pêncşemiya borî Tirkiyê kuştî kî bû?

Sebahat-Ormanli

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li pêncşemiya rabûrî li otomobîleke PKKê xistin û berpirseke jin ya rêxistinê tê de kuştin ku bi Sebahat Ormanli tê nas kirin, ev jin herî dawî li Silêmaniyê erk wergirtbû.

Medyaya Tirkiyeyê belav kir, Dezgeha Hewalgirîya Tirkiyeyê (MÎT) berpirsa jin a PKKê Sebahat Ormanli ya bi nasnavê “Mizgîn Goyî” di operasyoneke asmanî de kuştiye.

Lê wê ajansê, cih û dema operasyonê diyar nekiriye.

Mizgîn Goyî yek ji 18 endamên Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê ya ser bi PKKyê ye û Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê navê wê di Lîsta Kesk a Daxwazkiriyên Terorê de tomar kiriye.

Mizgîn Goyî di sala 2012ê de beşdarê PKKê bûye, li Sûriyeyê xebatên rêxistinî kiriye û ji sala borî ve li Silêmaniyê wekî yek ji berpirsên Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê xebatên PKKê bi rê ve biriye.

Pustên heman beş