Kurd li Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin

Kurd-iraq-election

Hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê tên kirin û Kurd li parêzgehên Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin.

Piştî 18 salan, li 18ê Berçileya îsal, hilbijartinên civata parêzgeha Kerkûkê tên kirin, ku piştî hilbijartinên 2005ê û rûdanên 16ê Cotmehê dibin hilbijartinên yekê yên navxweyî li Kerkûkê tên kirin.

Îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê), seet 7:00 ê sibehê, bingehên dengdanê li 15 parêzgehan ji bo piroseya hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehan hatin vekirin.

Zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê heft hezar û 765 bingehên dengdanê ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan vekirine.

Di van hilbijartinan de, 70 part û hevpeymaniyên siyasî pêşbirkê li ser 275 kursiyan li her 15 parêzgehan dikin, ku nêzî şeş hezar namzedan li ser lîstan û bi rengekê serbixwe pêşbirkêya hilbijartinan dikin.

Pustên heman beş