Ev şerê kî ye?

Ev şerê kî ye?

Çekdarên PKK’ê li başûrê Kurdistanê êrîşê bingeheka artêşa Tirkiye kir û di encam de navbera hêzên Tirkiye û PKK’ê de şer derket. Tirkiye bi heceta vê êrîşê, dest bi operasyonekî li başûrê û rojavayê Kurdistanê kir. Li gora daxuyaniyan di encama vî şerî de heta niha, 12 leşkerên Tirk û19 çekdarên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane.

Di vî şerî de kî çend ji kijan aliyê kuştine ne gelekî girîng e û ne delîlê serkeftinekiye. Ji berî her tiştekî gerek mirov bipirse; Gelo ev şerê çiye? Gelo ev şerê kîye? Eger mirov bersiva van herdu pirsan berfirehî bide, dê rastî û armanca vî şerê bê wate derkeve holê.

Li Tirkiye dema cenazeyê leşkerekî tê, aliyên siyasî dikin malzemeyeka propagandeya siyasî. Bi roja medya Tirkî li ser bûyerê disekine, bernameyên taybet çêdikin û hestên nijadperestî belav dikin û hewldidin dijminatiya Kurda bêxin mejiyê her hemwelatiyek Tirk de. Yanî di rastiya xwe de eger feydeyeka vî şerî hebe Tirk feydê jê dibinin û kurd xusarek mezin dibinin.

Pirsek din heye, Gelo PKK şerê dijî dewleta(!) Tirk ji bo çi li başûrê Kurdistanê dike û ne li bakurê Kurdistanê vî şerî dike? Ev yek belkî sira herî mezin di tûgihandina wateya vî şerî de veşartî ye.

PKK şer gur dike, li DEM doza aşitiyê dike. Ev yek ne nakokîyeke herî mezine? Bila kes hewl nede siyaseta ku îro ya DEM û PKK’ê ji hev cuda bike. Eger hinek cara DEM gavan bavêje ku, mirov erênî binirxîne jî, ne cihê baweriyê ye, belku tektikekî siyaseta PKK’ê ye.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, PKK û hemû rêxistin partiyên girêdayî PKK’ê, di mij û moranê de, di avên şêlo de siyasetê dikin. Eger aramîyek hebe, xelk dengê şer û çalakiyên çekdarî neke û di nava aramiyekî de civak li ser pirsgirêkên civakî û siyasî gotubêjan bike, rewşa PKK’ê û derdora wan têk diçe. Ew naxwazin însan bi awayek rêkûpêk bifikirin. Jiyana wan a siyasî li ser propagandeyên derew û dezenfarmasyona hatiye avakirin.

Ev şerê ku di vê pêvajoya hilbijartinên herêmî de tê kirin, ji metirsiya winda kirina dengên PKK’ê li bakurê Kurdistanê ne. PKK tenê bi şer û çalakiyên çekdarî hewl dide tirsekî bêxe nava civakê de.

Li vê dere pirsa bingehîn derdikeve hole. Gelo PKK xizmeta kî û ji bo çi dike?

Îro tenê li başûrê Kurdistanê destkeftiyên heyî hêviyeke ku, ber bi dewletbûnê ve herê. Sedema  ku ev şer li başûrê Kurdistanê rû dide bi tenê hewla astengkirina dewletbûna Kurda ye.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş