Mîtê kuştina berpirsa darayî ya YPG’ê ragihand

Mîtê kuştina berpirsa darayî ya YPG’ê ragihand

Teşkîlata îstixbarata neteweyî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragihand, di operasyoneke taybet de Remziye Altig ku yek ji berpirsyarên hatinûçûyîna pereyên PKK’ê/YPGê ye li bajarê Qamişloyê kuştiye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê bi piştbestin li ser agahiyên ji saziya Îstixbarata Tirkiyê wergirtî eşkere kir, li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê Mîtê tesbît kiriye ku Remziye Altig ya bi kodnavê “Viyan” tê naskirin li Sûriyê weke berpirsa hatinûçûyîna pereyên PKKê/HPGê dixebitî, kuştiye.

Her weha eşkere, demekî Remziye Altig ji hêla tîmeke taybet ya Mîtê ve dihat şopandin, piştre bi operasyonekî li Qamişloyê ew kuştiye.

Her weha li gor agahiyên Andoluyê, Remziye Altig beriya sala 2016an li Mêrsînê çalakiyên pêkhateya Ciwanan ya PKKê/KCKê rêkxistiye û di nava plankirina tevger û çalakiyên PKKê de li Tirkiyê cî girtiye.

Pustên heman beş