Du teqîn li nav merasîmên bîranîna Qasim Silêmanî çêbûn, 20 kes hatin kuştin

Du teqîn li nav merasîmên bîranîna Qasim Silêmanî çêbûn, 20 kes hatin kuştin

 Ji ber du teqînan li nav merasîmên bîranîna Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê de, 20 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn.

Ajansên Îranê ragehand, ji ber du teqînên yek li dû yekê li nêzî gora Qasim Silêmanî, bi kêmî ve 20 kes hatine kuştin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne.

Destpêkê medyaya Îranê ragihand, teqîn bi sedema kepsolên gazê bûye li nêzî Mizgefta “Sahêb Zeman” ku dikeve ser rêya goristanê.

Lê di yekem daxuyaniya fermî de, Rehman Celalî, cêgirê parêzgarê Kirman ji boy karubarên siyasî û ewlehî ragihand, “teqîn bi bombeyên çandî hatiye encamdayîn û ev karekî terorîstî ye”.

 

Pustên heman beş