Di rêbazê de Kurdistanî bûn…

Di rêbazê de Kurdistanî bûn…

Bûbê Eser

Min bi qasî zanîn û têgiştina xwe û ji bona fêm kirin û nasîna rêbaza pîroz, hinekî li ser nivîsî bû. Helbet nivîsandina rêbazê û şirovekirina wê ne karê şexsan e. Ji bona wê jî divê ji kesên pispor komîteyek bê damezrandin da ku bi hevr û bi awayekî berfireh vê rêbaza pîroz ji gelê kurd û cîhanê re bidin nivîsandin û zanîn.

Zanîn û nasîna vê rêbaza pîroz him dikare tevahiya Kurdistanî rizgar bike, him jî ev rêbaze dikare ji bona gelek welatên hatine dagirkirin bibe sedema rê li ber berxwedan û serîhildanên wan jî veke. Loma ez dibêjim; Pêwîst e ev rêbaze bi awayekî berfireh ji teref pispor û felsefezanan ve bê nivîsên weke pirtûk bê çapkirin û li dibistanên Kuridstanê weke ders bê xwendin. Ez jî weke rewşenbîrekî gelê xwe, niha bi vî karî ve mijûl im û  hêvîdarim ez ê vê rêbazê weke pirtûkekê pêşkêşî gelê xwe, xwendevanên xwe û xwediyê vê rêbaza pîroz bikim.

Rêbaz ango felsefe ew e ku miletê bindest bi rêya wê bikaribin zîncîrên bindestiyê biqetînin û miletên xwedî welatên serbixwe jî bikaribin li gor wê xwe bi pêşve bibin û demokrasiyê li welatê xwe bi cih bikin. Ji ber vê ez di wê baweriyê de me ku dema em kurd jî bi awayekî berfireh xwedî li vê rêbaza pîroz derketin, em ê xwe bighêjînin armanca kurdan ya kurdistana mezin.

Ez ê êdî hewl bidim ku kurdan bi saya vê rêbazê çi bi dest xistine û li ser çi asasan ev rêbaz bûye hêz û qawet ku kurd bikaribin li hember çar dagirkeran şerê azadî û serxwebûna gelê xwe bidin.  Xwediyê vê rêbazê ango damezinerê vê, ev sed salên ku tekoşîna gelê xwe çawa dane û didin, em bi hevre fêr bibin.

Piştî sed salan ji bona me kurdan perçek erda azad bi dest xistiye û ji bona perçên din jî di nava lê gerînê de ye ku dê çawa wir jî bighêjînin azadiya wan, bê westan kar û xebat têne kirin, bi hevre bibînin…

Loma girîng û ferze ku divê kurd vê rêbazê ji bona azadiya gelê kurd ku ev sed salin di nava tekoşînê de ye, baş fêr bibin û li gor wê tevbigerin da ku bikaribin welatê xwe bighêjîne azadiya wî. Miletekî bê rêbaz çiqasî xurt û wêrek jî be nikare welatê xwe azad bike. Girîng e ku Barzaniyan em jî kirin xwedî rêbazekê ku em bi saya wê welatê xwe kurdistana perçekirî, bikin yek. Azadî û demokrasiyê ji gelê kurd re bîn e.

Em baş dizanin ku bi gulekê nabe bihar. Lê dîsa tê zanîn ku vekirina gulekê mizginiya biharê ye. Êrê îro em li başûrê kurdistanê xwedî azadiyekê ne. Lê ya di dilê rêbazê û daxwaza wê Kurdistana mezin e. Ji ber ku di rêbazê de azadî û serxwebûna kurdistana mezin heye. Ji ber vê ye şopên rêbazê li her çar perçan tê dîtin…

Lê heger Kurd jî li gor wê û li ser asasê vê rêbazê xwedî li perçê azad derkevin, wê sibê bi serpereştiya pêşmêrgeyên qehreman, bi asas û bîrewiriya vê rêbazê perçên din jî bighêjin azadî û serxwebûna xwe.  Tê zanîn ku Federaliya başûrê Kurdistanê, hebûneke ji bona hemî kurdan. Em dizanin ku Kurdistan nebûye serxbixwe. Lê hebûna wir bi me kurdan dide zanîn ku parastin û xurtbûna wir, azadî û serxwebûna perçên din e jî.

Niha ji bona me kurdan, gulekê serê xwe ji bin axa Kurdistanê de hildaye û ev sînyal ango îşareta, azadiya perçên din jî dide me. Ji ber vê ye ku divê berê kurd vê rêbazê nas bikin. Ji bona azadiya kurdistaneke mezin xal bi xal wê di jiyan de pêk bînin.

Her milet û xelk xwediyê xwe û rêbazekê ne. Ji ber ku hatiye îspatkirin ku bê rêbaz welatên kolonî weke Kurdistanê, zehmete ku xwe azad bike. Madem rewş ev e, divê em jî rêbaza xwe ango felsefeya xwe fêr bibin ku xeyala Kurdistana mezin pêk bînin.

Ez ê di nivîsên pêşde yek bi yek li ser fêdeya vê rêbazê ku gihiştiye kurdan û li ser çi asasî pêk hatiye ji bona we vebêjim. Vebêjim da ku em bibînin, bê vê rêbazê li perçên din çi şoreş pêk anîye, bi hevre bixwînin…

Pustên heman beş