Em di van hilbijartina de destê kesekî nahejînin

Em di van hilbijartina de destê kesekî nahejînin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê partiyên siyasî hêdî hêdî di derbarê hilbijartinên herêmî de helwestên xwe eşkere dikin. Wek tên zanîn tifaqên heyîn hin bi awayekî berdewam dikin û hinek jî têkdiçin.

IYI Partiyê biryar da ku nekeve tu tifaqa û bi serê xwe dikeve hilbijartina. Bi sedema vê helwestê, gelek berpirs û parlementerên vê partiyê ji dev partiya xwe berdan û hinek ji wan têkil AK Partiyê bûn.

Hinek jîdixwestin hevkariya li gel CHPê berdewam be. Lê seroka Partiyê biryar da ku di nava tu tifaqan de cih negire. Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di civînekî de hinek berbijêrên partiya xwe yê şeredariya eşkere kir, di vê civînê de Akşener di beşek axavtina xwe de got: Aliyek ji me re digot, hûn destên kesên ku destên PKK’yiyan dihejînin dihejînin. Niha, ji ber vê yekê, em bi tenê têkevin hilbijartina. Bêyî ku destê kesî bihejînin, bê ku gotineke xerab ji kesî re bibêjin, bê ku heqaretê li kesî bikin. Hilbijêrên ku dengê xwe dane AK Partiyê ser serê me ne, dengdêrên ku dengên xwe dane Partiya Komarî ya Gel jî ser serê me ne. Em li dengên hemû kesên ku dengê xwe dane wan her du partiyan û yên dayîn partiyên din jî digerin û dixwazin denga bidin me.

Pustên heman beş