Cendirmeyan îşkenceyeke giran li koçberekî Kurd kirin

Cendirme-net

Çendirmeyan îşkenceyeke giran li xortekî Kurd kirin ku ji gundewarê bakurê Hemayê derbider bûye û di xwest bi rêyên qaçax ji sînorê Sûryê – Tirkiyê derbas bibe, herweha 15 kesên din jî ku di xwestin sînoran bibezînin desteser kirin.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja şemî 13/1/2024ê ragihand ku ew xort ji ber giraniya rewşa wî bo nexweşxaneyeke bajarê Idlibê hat veguhestin, di heman demê de 15 koçberên ku cendirmeyan desteser kirine bo navendên taybet yên binçavkirinê yên penaberan hatin veguhestin, bêyî ku heta vê kêliyê çarenivîsa wan were zanîn.

Tevî xeterî û metirsiyan, gelê Sûryê ji ber jiyana dijwar, hewl dide derbasî welatên cîran bibe ji wan jî Tirkiyeyê.

Di 7ê çileyê de, cendirmeyan keçeke koçber ya ji bajarokê Qestûnê birîndar kirbû, Rwangeha Sûrî li wê demê aşkere kirbû ew keç li ber deriyê mala xwe bû wexta cendirmeyan gulle lê reşandîn û bi wê sedemê birîneke giran di lingê wê de çêbûbû.

Pustên heman beş