Ji encama êrîşên Tirkiyeyê elektirîk li ser 700 gundên Rojava qut bûye

Ji encama êrîşên Tirkiyeyê elektirîk li ser 700 gundên Rojava qut bûye

Ji encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser binesaziya Rojavayê Kurdistanê, elektrîka nêzî 700 bajarok û gundan qut bûye.

Artêşa Tirkiyeyê di van du rojên dawiyê de êrîşên tund û dijwar li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê pêk anîn, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî beleav kir, di van êrîşan de westgehên elektirîk, gaz, av û saziyên giştî, dibistan û malên sivîlan hatin armanckirin, ku ev jî dikevin çarçoveya “tawanên şer”.

Reangeh dibêje: “Van tawanan bandorên karesatbar li ser rewa deverên Kobanê, Heseke û gundewarê wê û gundewarê Reqayê kiriye.”

Diyar kir jî: “Di encama wêrankirina binesaziyê ji aliyê hêzên asmanî yên Tirkiyeyê ve, elektrîk û av li ser nêzîkî 700 gund û bajarokên Kobanî, Eyn Îsa û Hesekê qut bûye.”

Ev yek di demekê de ye, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve îro bi çekên giran hejmarek ji gundên nahiya Zirganê topbaran dikin.

Pustên heman beş